Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996-02-01
Nîhayet min fahm kir Riya Azadî ji min çi dixwaze. Wek me li hev kiribû, min û Fexrî(Olçer) li aşxaneya Yilmaz hevdu dît, me hinek sohbet kir, dûra em hatin ser meselê. Got me biryar girtiye, em Roja Nû hîn baştir û hîn bi dûzantir derxin. ”Hevalên me dixwazin tu ya têkevî redaksiyona wê, ya jî bi dûzan jê ra binivîsînî…”
Got, me Aram û Mihemed Elî ji redaksîyonê derxistine, emê redaksîyoneka nu çêkin. Heval dixwazin tu jî tê da cî bigrî.Min bîra vê pêşniyara wan nedibir, min jê ra got, herçî endametiya redaksîyonê ye ez nikanim. Lê mesela alîkariya nivîsandinê mimkûn e, ez kanim ji we ra binivîsînim.
Min got, çimkî wek prensîb, ez ji kovar û rojnameyên bi tirkî, ya jî bi tirkî û kurdî derdikevin ra nanivîsînim. Lê ji yên xurrî bi kurdî ra dinivîsînim. Ez qîmeteke mezin didim weşanên xurrî bi kurdî derdikevin.
Lê problemek heye, Roja Nû bi elîfbeyeka cihê (bêkumik)derdikeve, ez jî wek prensîb qebûl nakim nivîsên min bêkumik werin weşandin.
Heger Roja Nû ewê nivîsên min bi elîfbeya Celadet Bedirxan biweşîne ezê binivîsim, lê guhertina elîfbê ez qebûl nakim.
Bi hevalên xwe bişêwire, heger ev pêşêniyara min qebûl kirin, mesele tune, ezê binivîsînim.
Ez bawer dikim Kemal Burkay ewê ji van gotinên min pir aciz bibe. Çimkî ew di elîfbeya bêkumik da israr dikin.
1999-02-01
Mesela Abdullah Ocalan îro jî madda yekem ya rojeva Tirkiyê
bû. Li gor îddîa Tirkan, Abdullah Ocalan ev du sê roj in bi tiyareyeke xusîsî
li Ewrûpayê digere, lê kes qebûl nake. Navê Yewnanîstanê, Holandayê, Îswîçrê û
Îtalyayê(Mîlanoyê) derbas dibe. Lê van welatan bi hawakî resmî hîn ev îddîa
Tirkiyê qebûl nekirine.
Bi rastî jî dunya bêbav e, ne ehlaq heye, ne heq heye, ne jî
edalat; her welat ji heq û huqûq bêtir li menfeeta xwe mêze dike.
Tu welatek jî ranabe ji Tirkan re nabêje, hewqas çavsorî û
stûrî jî zêde ye, em vê neheqiya hûn li Kurdan dikin hew qebûl dikin…
Lê pirr mixabin kes wiha nabêje, çimkî cuzdan tim ji ûjdan
girîngtir e. Çavê kîjan dewletê dema li zorê û li cuzdên dikeve tavilê ûjdên ji
bîr dike û heq û huqûq jî dibin mefhûmên pirr bêmane. Di bûyera Abdullah Ocalan
da ev rastî îspat dibe.
Pêşiyên me belasebeb negotine, “Zêr zane, zor zane, devê
tivinga mor zane.”
Yê me Kurdan ne zêr heye, ne zor heye û ne jî devê tivinga
mor heye. Lema jî em dikin nakin, em nikanin ji vî halê rezîl xelas bibin.
Bavê Nazê îşev ji Moskowayê bi telefonê beşdarî programeka
Telewîzyona Medê bû.
Mîvanê programê Yaşar Kya bû. Tiştên Bavê Nazê gotin hewqas bi dilê min bûn ku
te digot min tiştên di dilê xwe da jê ra li ser kaxetekê nivîsîye û ew jî ji
wir dixwîne.
Bi kurtî got, her kesê xwedî namûs û şerf divê li Abdullah xwedî derkeve û li
hember dewleta Tirk çi ji desta tê bike.
Wekî din jî gelek tiştên ciddî û girîg gotin. Hemû dîtin û pêşniyarên wî millî
bûn. Rewş û merhela îro baş fêmkiribû û dizanîbû dibê Kurd çi bikin.
Lê çi heyf gelek kurdên xwe pirr zane û têgihiştî dihesibînin wek Bavê Nazê hîn
ev rastî nedîtine, hîn nizanin ku bêdengiya wan malwêraniya kurda ye.
Bi ya min ew kesê ku îro li dijî vê dewleta xwînxwar piştgiriya PKKê û Abdullah
Ocalan neke bi gotina herî sivik ew him cahil e û him jî ehmeq e û ne mmilliî
ye jî. Ji ber ku biserketina Abdullah Ocalan biserketina kurda ye û berovacî wê
jî têkçûna wan e.
Kula herî mezin jî, Hîkmet Çetînê me jî îşev dema ji gerra
xwe ya Îranê vedigeriya, got min ji berpirsiyarên Îranê soz girtiye, ew cî
nedin “serokê eşqiyan û terorîstan.”
Bala min dikşîne, di demên wiha pirr krîtîk da dewlet tim vî bênamûsî derdixe
pêş, bi wî ji kurdan ra dide xeberan.
Bi vî hawî him wî bêşeref dikin û him jî wek millet kurd pê pîs dibin, moralê
însanan pê xera dibe.
Dema meriv dibîne yekî kurd bi qewmê xwe ra îxanetê dike bibê nebê meriv li ber
xwe dikeve.
2000-02-01
Ez dixwazim dest bi wergera tiştekî din bikim, lê min hîn biryara xwe nedaye
ezê çi wergerînim.
Ez dixwazim kitêba Emîl Mauluf ya li ser seferên xaçliyan wergerînim. Çimkî di
vê kitêba wî da rola Selehedînê Eyûbî pirr girîng e. Di kitêbê da wek
qehremanekî kurd pir bi başî qala Selahedînê Eyûbî dike.
NOT: Min romana S. Tamaro li ser daxwaza Ferat Cewerî ji swêdî wergerand kurmancî. Lê dûra neweşand, weşanxaneya Dozê di sala 2002 da weşand.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar