02 februari 2022

Heta em nebin xwedî dewleteke xurt tirk dev ji me bernadin

Tirkiyê do bi şev dîsa Şengal, Mexmûr, Dêrik, Qereqoçan bombebaran kiriye.
Li Kampa Mexmûrê 8 kes hatine kuştin, 17 kes jî birîndar bûne.
Kuştî û birîndarên li derên din çend in, zirar û ziyanên madî û canî çi ne hîn ne diyar e.

Ev zebanî kurên zebaniyan, zalim kurên zaliman me rehet nahêlin, destê wan wer di gewriya me da ye.

Li Hesekê 121 kurd bi çeteyên xwe dan kuştin dilê wan rehet nebû, bi van bombebaranên do xwestin çend kurdên din jî bikujin. Geh bi Daîşê êrîş dikin, geh bi balafirên xwe. Bela xwe ji me venakin.

Hetanî em nebin xwedî dewleteke wek ya Îsraîl xurt tirk ewê tu carî me rehet nehêlin.

Ji bo ku em bîna xwe bigrin, rehet bijîn, dibê em jî wek cihûyan bibin xwedî dewleteke xurt.

Tirk ji me netirsin dev ji me bernadin, li ku dibe bira bibe ewê pê li serê mekin, ewê tim me bikujin, gund û bajarên me dagir bikin, bombebaran bikin. Îrîşên wan ên ser Kurdistana başûr û rojava îspata vê yekê ye.

 

XXX

Dibêjin tarîx destpêkek daimî ye,dihere, dihere lê tu carî naqede. Meriv çiqasî fêr dibe jî dawî lê nayê.

Piraniya me tarîxa xwe baş nizane, jê bêhay e.

Dijminên me tarîxa me bincil kirine,naxwazin em tarîxa xwe bizanibin, xwe baş nas bikin. Çimkî xwenaskirin ewê me xurttir bike.

 

XXX

Dibê meriv zikê xwe fêrî nanê yekî din, bejna xwe fêrî kincên yekî din û bêrîka xwe jî fêrî perê yekî din neke.

Zikê fêrî kurtêlên xelkê bibe, bejna xwe bi qerpalên xelkê bitûzikîne, bêrîka bi perê xelkê bonkêriyê bike, siyasetmedarê pişta xwe bispêre xelkê ne tu tişt e, serhevde ye, ji minetan tim hustuxwar û piştqulûz e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE