Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-02
Saet di 16.00a da li Stockholmê li Medborgarhusetê civînek li ser ”Bîranîna
Mahabatê” çêbû. Civîn Federasyonê amade kiribû. Di civînê da 46 kes hebûn.
Elî Kemal, Mihemed Muxtedîr, Cimşîd Heyderî li ser avabûna Komara Kurdistanê,
rewşa wê demê û sebebên têkçûna wê peyivîn.
Him Mihemed Muxtedî, him Kemal Elî, herduyan jî Sovyet rexne kirin, gotin Sovyetê bi kurdan ra bêbextî kir, Sovyet bû sebebê şikestina kurdan. Sovyetê alîkariya xwe ji ser kurdan qut nekira kurd nedişikiyan.
Tiştên herduyan jî gotin ji bo min nuh bûn, min ew tişt nizanîbû. Lê ne ez tenê, em kurdên Kurdistana Bakur sebebên şikestina Mahabadê baş nizanin. Em tarîxa xwe jî baş nizanin. Mihemed Muxtedî merivekî pir zana ye, ez bûm heyranê zanîna wî.
Mihemed Muxtedî serokekî Komala Îranê pir muhîm e. Kemal Elî kurdekî ji Kurdistana Başûr e. Nayonalîstekî kurd e.
XXX
1987-02-02
Çûm ser tuxtorê çava. Çavê min miayene kir, got netîceyê emê ji te ra bişînin.
Nivîs Mûrad Ciwan li ser pres konferansa qumsêr Hans Holmer nivîsîye min xwend û hin peyvên wê guherand û bir Kurdistan Pressê.
Nivîs bi hawakî wer hatibû nivîsîn fena ku kuştina Palme meseleyeke di nabêna kurdan û pûlisên Swêd da be. Min ew tişt guhertin. Min ji Mûrad ra got, qebûl kir.
XXX
1997-02-02
Min îro li ser Prometheus ji swêdî nivîsek wergerand kurmancî. Piştî min werger qedand min telefonî Firat Cewerî kir, min jê ra got, min li ser Prometheus nivîsek ji swêdî wergerandiye, dixwazim bidim Nûdemê. Got pir baş e. Ji bo ku ez nivîsê bidimê ewê dûra telefonî min bike.
Prometheus di mîtolojiya Yûnanîyan da dêwekî zana ye, xwedayekî fêlbaziyê ye. Agir ji Çiyayê Olîmposê diziye daye însanên ji sermayê diqefilîn. Bi vê bi diziya xwe ya êgir meşûr e.
XXX
2000-02-02
Ez îro beşdarî civîna bi serokên Federasyonê yên kevn ra
bûm. Çendakî berê serokê Federasyonê Keya Îzol bi nameyekê em dawetî vê civînê kiribûn.
Keya di
civînê de li ser rewşa Federasyonê bi kurtî agahdarî da me û dûre jî armanca
civînê îzah kir.
Me hemûyan pêşniyar baş dît û me got em amade ne di xebat û komîteyeke wiha de cî bigrin.
Serokên hatibûn dawetkirin giş nehatibûn. Bêyî Keya, ez, Mahmûd Kîper, Mistefa Aydogan û Wîldan Saîm Tanrikulu hatibûn civînê, yên din nehatibûn.
Min pêşniyar kir, min got careke din wan dawet bike. Lê vê carê bi devikî bi serokên din ra bipeyive û wan careka din dawetî civîna bê bike. Ev pêşniyara min hat qebûlkirin.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS)sala 1981ê di 22ê gulanê da hat avakirin. Salê tê 20 saliya wê ye. Pîrozkirina 20 saliya Federasyonê şert e, dibê meriv xweşik pîroz bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar