03 februari 2022

78 sal berê dewletê gundiyê bi tirkî zanîbûya bi 4 ga xelat dikir

Ji ber ku em tarîxa xwe baş nizanin, ji ber ku tirkan em kirine wek mirîşkek gêj, lema jî em nizanin tirkan çi anîne serê me, em çiqasî perîşan û pûç kirine.

Di nav 70-80 salî da tirkan em asîmîle kirin, kirin miletekî bi zimanê xwe nizane.

Ev demeke li kuçe û kolanên bajarên Kurdistanê em dikin gazî û hawar, em ji dê û bavan ra, ji malbatan ra dibêjin em ketine bextê we, zarokên xwe bişînin dersa kurdî, bira zarokên we hema çend gotinên kurdî fêr bibin.

Çimkî zarok û piraniya xortên me êdî asîmîle bûne, bi kurdî nizanin. Yên zanin jî kurdiya wan ne tu kurdî ye, tercumeya tirkî ye. Çend salên din ji sedî 80-90ê kurdan ji kok da asîmîle dibin.

Lê ne pir dûr, 87 sal berê li Diyarbekrê gundiyên bi tirkî zanîbûn hema hema tunebûn, dewletê yên çend peyvên tirkî zanîbûn xelat dikirin.

Ji bo gundî tirkî fêr bibin 87 sal berê dewletê li Diyarbekrê di nabêna gundiyan da misabeqe(pêşbir) çêdikir, 4 ga ya jî 100 lîre pere dida gundiyê tirkî baş zanîbûya, di misabeqê da bibûya yekem.

Gundiyê tirkî îdare bikira û biba yê duduya 2 ga ya jî 50 lîre didanê. Û gundiyê di misabeqê da biba yê sisiya jî gayek ya jî 25 lîre xelat didanê.
Di 25ê nîsana 1935a da di rojnameya Tan xebera vê misabeqê wiha daye:

”Di nav gundiyên Rojhilat da misabeqeyek muhîm
Kî tirkî baş bipeyive ewê were xelatkirin

”Par(salê çûnî) misabeqeyên(pêşbirkên) tenê li merkeza Diyarbekrê hatin çêkirin, îsal di nabêna nehiyên merkez, Marmara, Akpinar, Pîrînçlî, Devegeçîdî da jî hatin çêkirin û netîceyên baş dan. Vê carê mukefateka zêde di misabaqayê da heye. Misabeqe ewê di hefteya dawî ya gulanê da were çêkirin. Gundiyê tirkî baş bipeyive û yekem derkeve ewê 4 ga ya jî 100 lîre pere bidinê. Gundiyê bibe duyem, ewê 2 ga ya jî 50 lîre pere bidinê û yê bibe sêyem jî ewê gayekî ya jî 25 lîre per bidinê.”

25 Nîsan 1935, Tan, rûpel 9.




Wek tê dîtin 87 sal berê li Kurdistanê gundiyan bi tirkî nizanîbûn, gundiyê fêrî çend peyvên tirkî bibûya  dewletê ew xelat dikir, 4 ga didanê, lê îro em zarokên kurdî zanin, dipeyivin xelat dikin.

Yanî tirkan di nav 70-80 salî da pişt li me şikand, belkî ji sedî 70-80î me aasîmîle kirin. Em nuh bi xwe hesiyan e, dikin gazî û hawar, dibêjin kurdino, em ketine bextê we dersa kurdî ji zarokên xwe ra hilbijêrin, bira zarokên xwe hema çend gotinên kurdî fêr bibin.

Dewlet dijmin e, me ev pilan û hedefa tirkan zanî bû, ji dêlî zane, ronakbîr û siyasetmedarên li dijî vê hedefa dewletê tedbîrê bigrin, di praktîkê da karê dewletê hêsan kirin, zarokên xwe asîmîle kirin. Yanî di asîmîlasyona miletê kurd da rola bîrewer û siyasetmedarên kurd jî ne kêmî ya dewletê ye.

Not: Min kopiya rojnameyê ji malpera twîttera Baran Zeydanlioglu girt.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE