Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-02-03
Îro min dest bi kar kir. Hewa pir sar bû, 6 derece di binê sifirê da bû. Di çûn
hatinê da meriv diqefile.
Min îro kitêba Ernest E. Ramsaur (Jon Turkler ve 1908 Îhtîlalî) qedand. Li ser
Jon Tirkan û yên berî wan kibêbeke baş e. Gelek çavkaniyên ewrûpiyan jî bi kar
aniye.
Ramsaur, dîrokzan e, wê demê berdevkê
konlolosê Amerîka yê Stenbolê bûye.
1996-02-03
-Îro kongra Federasyonê ya îstîsnaî bû. Ewê sibe jî dom
bike. Ez neçûmê. Hin teşxele hene, ewê li ser bipeyivin. Min nexwest herim tevî
wan minaqeşeyên bêfeyde bibim.
-Min telefonî apê xwe Hecî Emer kir, pirsa siheta wî kir. Gelkî kêfa wî hat,
got ez baş im. Mahmûdê lawê xalê Nezo li wir bû. Ez pê ra peyivîm. Tiştekî ecêb
e, ev cara duduya y edera ez telefon dikimê Mahmûd li wir e.
XXX
1997-02-03
Mîrhem Yîgît telefonî min kir, got were em hevdu bibînin, qahwakê bi hev ra
vexwin. Min got baş e. Ezê sibe herim Enstîtuya wan.
Ev cara pêşî ye ezê herim Enstîtuya apociyan bibînim. Negot ji bo çi dixwaze
min bibîne, got were em bîstekê ji xwe ra sohbet bikin. Qey dixwaze dostan ji
xwe ra çêke. Ez ji Mîrhem hez dikim, merivekî bi xîret e, fedakar e lê
apocîyekî temam e.
XXX
1999-02-03
Propagande û qurretiya tirkan gelkî tesîrê li min dike,
ji qahran bi şev xew nakeve çavê min. Bîna min pirr teng e, lê tiştek jî ji
destê min nayê.
Min dît ku hişê min wer li ser vê meselê ye, ez nikanim
bixebitim, lema jî min rabû sê roj îzin girt.
Nuha ez li mal im û guhê min wer
li ser telewîzyonê ye.
Li gor îddîa tirkan, dibêjin Abbdullah Ocalan dîsa
vegeriyaye Rûsyayê. Diyar e Ecevît tam bi dilê leşkeran e, ji emrê wan
dernakeve û li hember kurdan jî siyaseteke pirr îrîşkar daye ber xwe.
Dewlet bi hemû îmkan û dezgehên xwe ve û hemû masmediya tirk jî di emrê wan da
ketine alarimê, propagandeyeke mezin dikin, êrîşeke mezin dibin ser HADEPê û
hemû kurdên welatparêz.
Ecewît îro emirnameyek şandiye ji hemû walî û qaymeqaman ra, gotiye bi tu hawî
rê nedin xebat û propogandeyên kesên ku
dixwzin Tirkiyê perçe bikin.
Di hemû qanalên telewîzyonên wan da mesela hilbijartinên belediyan ên duderece
tê minaqeşekirin.
Dewlet ketiye panîkê, dibêjin heger HADEP li Kurdistanê gelek rayan bigire wê demê
Abdullah Ocalan ewê ji dunyayê ra bibêje
ev referandûm e, vaye milet bi min ra ye.
Lema jî leşker, Demirel, Ecewît û Yilmaz di serî da gelek kes dixwazin ku çi bi
qanûnî û çi jî bi zorê rê li ber HADEPê were giritin.
Lê partiyên ku li dijî guhertina qanûna hilbijartinê derdikevin ne ku xêra kurdan,
ya jî ya HADEPê dixwazin; na ew ji xwe ditirsin, ditirsin ku di vê guhetinê da
ewê jî bi zirar derkevin.
Weilhasil ji çarhawêl li serê kurdan ferman rabûye, hela ka
dawî ewê li ku bihesile…
Ji malpera Heboşiyê* ra
Gelek sipas ji bo bersîva te.
Birayê delal, ez bawer dikim li ser "kê malpera
Heboşiyê" çêkiriye min tiştek negotibû. Ji bo min qet ne mihîm e kê ew
çêkiriye. Tiştê min jê gazin kiribû û rexne lê girtibû zimanê tirkî bû. Ne ku
min şikil û şemala malperê neecibandibû û ew rexne kiribû.
Bê guman malpera we gelkî xweşik e û di nivîsa xwe da jç min ev gotibû. Jixwe
ji vî karî jî ez qet tiştekî fêm nakim. Derdê min ziman e yanî kurdî ye. Bira
ziman, yanî nivîs bi kurdî be, bira malper ne xweşik be.
Te gotiye ku te Mewlûda Kurdî di malpera xwe da weşandiye. Ê
jixwe ez jî viya dixwazim. Her bijî! Û mala te ava be!
Te kar û xizmeteke baş ji gelê xwe ra kiriye. Lema jî tu sebeb tuneye ku tu
rabî hin îzahatan bikî ku te Mewlûd ji bo çi weşandiye. Mewlûda Kurdî berhemeke
me ya netewî ye û bi hebûna wê jî ez gelkî dilşa û serbilind im.
Gelek silav
Zinarê Xamo
*Heboşî gundekî qeza Dêrika Çiyayê Mazî ye
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar