03 februari 2022

Nêçîrvan Barzanî ne baş kir !

Ji ber ku kurd e meriv nikane her kesî bi zorê bike hevalê xwe, dilxwaz û xêrxwazê xwe.

Kurd hemû ne dostên hev in, hemû xêra hev naxwazin, alîkariya hev nakin û ji bona hev, di ber hev da dijminatiya hinekên din nakin.

Kesê tu wek dijminê xwe dibînî, dewleta tu pê ra di şer da yî ew kane wek dostê xwe bibîne, pê ra dostaniyê, havkariyê bike û qet guh nede zulma li te têkirin.

Dibê hûn viya fêm bikin û xwe ji çûna Nêçîrvan Barzanî ya Anqerê ba Erdogan aciz nekin.

Xwezî wiha nekira, xwezî em kurd giş bi tifaq bûna û ji me kes nebûya dost û hevalê dagirkerê welatê xwe; her serokî siyaseteke hîn millî bimeşanda. Lê realîteya me ev e, li gorî wê hereket bikin.

Tirkiyê pêr bi şev Şengal, Mexmûr, Dêrik, Qereqoçan bombebaran kir. Li Mexmûrê 7 kes kuştin şû 17 kes jî birîndar in. Malbatên şehîdan hîn cenazeyên xwe ranekirine, Erdogan do ban Nêçîrvan Barzanî kir û li Anqerê hevdu himêz kirin û bi hev ra rismên xwe belav kirin.

Bi emrê Erdogan bi şev bombe bi ser kurdên Mexmûrê, Şengalê, Dêrikê da barandin, 7 kes da kuştin, bi dahan kes jî birîndar kirin.
Siba wê, hîn xelkê cenazeyên xwe ranekirine çûna Nêçîrvan Barzanî ya Anqerê zîyareta Erdogan gelkî ne xweş e, skandal e; wek siyasetmedar û serokekî kurd gerek Nêçîrvan Barzanî ev daxwaza Erdogan qebûl nekira, piştî çend rojên din biçûya, çend roj têxista nabênê.

Lê wiha nekir û bi bi vê yekê jî pir eyb kir. Em çi bibêjin jî bêfeydeye, ew li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî hereket dikin. Dibê em viya bibînin û li gorî wê hereket bikin. Gazin, rexne tesîrê li Nêçîrvan Barzanî nake.

Heta ji we tê ji Nêçîrvan Barzanî û ji Mesûd Barzanî gazinan bikin, ji serdana Nêçîrvan a Tirkiyê xemgîn bibin, li çonga xwe xin, porê xwe birûçikînin, beyhûde ye.

Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ji bo kurdên bakur û rojava nabêna xwe bi Tirkiyê ra xera nakin. Viya êdî fêm bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE