29 januari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -21-

Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-01-29

*Berf dibare û 2 derece sar e. Min do bi şev kurteçîrokek û pêkenînek nivîsî. Mamoste Nûjen ji in xwestibû, min bir dayê. Ewê di Îsotê da çap bike. Îsot ji bo pêşketina mîzaha kurmancî pir baş e, dibê meriv alîkariya Mamoste bike.

Bi Mamoste tenê nabe, karîkatorên wî baş in, lê dibê gelek qelemên din jî hebin. Mîzaha şexsekî tenê çiqasî xweş bin jî nabe.
Îsot dom bike însan binivîsin ewê zêde bibin.


*Evdilqadir Yildirim, lawê Hecî Eliyê Lastîkê hat komelê, hin gazin ji min kir. Got tu li min xwedî dernakeve, naxwazî silavê li min bikî. Tu naxwazî ez werim mala te.
Min got ji te da ye, tu baş bûya minê têkiliya xwe bi te ra xurt bikira. Lê tu hin tiştên ne li rê dikî, tu rojê tiştekî ne xweş derdixî. Lema ez têkiliya xwe bi te ra xurt nakim.
Got, ”heger wiha be ez dixwazim wê silava em didin hev jî em qut bikin.”
Min got tu bi kêfa xwe yî.
Xortekî li Wêranşarê dihat komela me, malbata wî, birayên wî giş hevalên me bûn. Dema hat ’i ji destö min hat min kir. Lê lawikekä hinekî netebitî ye, bi hin kesên ez nas nakim ra digere. Gava tê komelê rehet nasekine, pozê xwe dixe her tiştî. Pir bêhuzûr e, ne rehet e.

XXX
1988-01-29

Îro ji nexweşxanê çûm malê. Tuxtor ev cara duduya ye çavên min emelîyat dike, lê malik li min wêran kirine. Xanima tuxtor çavên min şaş emelîyat kiriye, çavên min çeloxwarî kirine. Heger ne derew be piştî vê emelîyetê ewê baş bibe. 

XXX
1999-01-29

Piştî kar ez ji taqet da ketibûm, raste rast çûm malê. Ji şansê xerab re tam di wexta xeberan da qanala telewîzyona MEDê venebû. Tu nabêjî fîş ji motorê kişyabû haya min jê tunebû. Tu nemabû ji hêrsa min telewîzyona xwe bişkanda. 

Min telewîzyon neşikand, lê min  fiyer şikand. Min fiyerkontrol(komande) ji hêrsa li erdê xist, ew ji hevdu pereng perngî kir û bêyî ku kanibim li xeberan gudarî bikim min çû xwe dirêj kir. Ez poşman bûm lê bi paş da nedihat. 

Dûra min dît wa ya lawkê me Azad, mala wî ava be, fiyer bi hev va zeliqandiye, çêkiriye.

Xêra wî ez ji çend sed kron zirar xelas bûm. Bi rastî îro ew jî ji bo min zor e. Yanî rewşa me ya aborî pirr xerab e. Kirê pir e, meaşê min têrê nake.

Berî Eydiya Remezanê bi riya birayê Yilmaz(Selîm Bakac) yê li Diyarbekrê min 300 mark ji malê re şand, min hîn perê camêr nedayê. Dibê ez herim bidim Yilmaz. Bela sebebî negotine: “Yê zane zane, yê nizane baqê nîskan e!”

 

XXX
2015-01-29

Min îro ev nivîs ji Salihê Kevir Birrî ra şand, ji bo ku bigihîne malbata Wezîrê Eşo.
Salihê kevirbirî
Salih merheba! Salih, vê nivîsa min ya li ser apê Wezîr heger tu kanî xêra xwe bide malbata wî.

Miletê kurd ronakbîrekî xwe yê pir hêja wenda kir
Xebera wefata nivîskar, dîrokzan, rojnamevan, mêrê çê û kurdperwerê bi nav û deng Wezîrê Eşo ez pir û pir xemgîn kirim.

Çend sal berê li Stockholmê di semînereke li ser dîroka kurdên Kafkasyayê da bû nesîbê min ez vî zana û xweşmêrê nefsbiçûk û mirovê pir taybet nas bikim.

Di wê civînê da bi zanîna xwe, bi bersîvên xwe yên întellektuel û jixwebawer ez kirim heyranê xwe.

Merivekî sergiran, mitewazî û hakimê mijara xwe bû. Gotinên zêde nedigot, lê bi tiştên digot meriv îqna dikir.

Bi her hawî xuya dibû Wezîrê Eşo merivekî xwedî zanîneke kûr e. Heta nuha min gelek nivîskar û kurdperwerên ji Sovyeta berê nas kirin û bi gelekan ra jî dostî û hevaltiya min çê bû.

Lê tu kesî bi zanîn û bi şexsiyeta xwe wek Wezîrê Eşo tesîr li min nekir, ez nekirim heyranê xwe.
Lê çi heyf ku îmkan çê nebû em hevûdu zêde nas bikin.

Miletê kurd xebatkar, nivîskar, dîroknas û mêrekî pir giranbiha do ji dest xwe da.
Bi vê mirina rê li ber nayê girtin û benîadem li hember bêçare ye, wek her kurdî ez jî xemgîn û heznî me.

Bira serê malbata wî û gelê kurd sax be, bira gora wî behişt be. Wezîrê Eşo navekî hêjayî heykelê wî were danîn, navê wî bi herfên zêrîn were nivîsîn.

Ewê tim di dilê miletê xwe da bijî, navê wî, kar û xebata wî ewê tim bi hurmet û bi serbilindî were bîranîn...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar