29 januari 2022

Ez bawer dikim coronayê pûş kuta...

Îro hewa pir ne xweş e, ewrekî reş î tarî wek konekî reş girtiye ser Stockholma delal.
Li der dinya sar e, şilope ye, berf û baranê xwe tevhev kiriye.
Di rojên wiha da meş ne xweş e.

Xanimê got îro ne roja gerrê ye, ez ji malika xwe ya germ dernayêm. Naxwaze ez jî herim. Dibêje tu jî nexweş î, îsrehet bike.

Ez bawer dikim îro ezê jî neçim tu gerr merê, ezê ji hêlîna xwe ya germik derneyêm. Bira îro jî gerr tunebe.

Ez bawer dikim min zora coronayê biriye, ez xe baş his dikim. Wer xuya dike coronayê pûş kuta, tişt bi dest nexist, ewê destvala, kortika hustuyê xwe bixrîne û ji min dûrkeve.
Ez wer texmîn dikim...

 

XXX

Rojekê ji xwendekarên Sokrates yekî jê pirsîye:

-Tu dersa axaftina xweş didî her kesî, sinetê xîtabetê fêrî însanan dikî, çima tu jî carê ranabî axaftineke xweş nakî?

Sokrates gotiye:

-Xorto, hesan ne tûj e, lê belê hesinê herî sert jî disû, tûj dike.

 

XXX

-Ruhê derd nedîtibe, izdirab nekişandibe ji bextewariyê çi fêm dike…

///George Sand

Derd, izdirab, êş, ketin û rabûn, serphatiyên tahl ruhê însên debax dike, lê empatiyê bi meriv ra xurt dike.

Ji ber wê ye kurd zû dibin xemxurên derdên her kesî, di şînên xwe da jî ji bo miriyên xelkê jî digrîn.

 

XXX

-Heraret di agir da ye, di sêlê da nine

keramet di serî da ye, di tacê da nine,

tu li çi digerî, li ba xwe lê bigere

Quds jî, Mekke jî li hecê nine

///Hecî Bektaşî Welî

Kurmanciya wê: Zinarê Xamo

 

XXX

Berfa Stockholmê îsal giş çûye Kurdistanê.

Nuha(28/1-22) li Mêrdînê, Diyarbekirê berf e. Belkî Rihayê û Wêranşara min jî nuha di bin berfê da ne.

Îro ez û xanim bîstekê li dor gola me geriyan, erd cemidî bû lê berf nema bû.

Kurd îsal bi berfê xenî bûne, yê me çîka bêwecan li me ket, îsal me têr bef nedît.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE