22 juli 2026

Çîroka gotina Bîstro !

Bistro, navê cureyekî aşxaneyên, qahwexaneyên piçûk e. Bi gelemperî xwarinên sivik, herêmî pêşkêş dikin. Ev gotin xwedî çîrokeke balkêş e.

Gelek kes dibêjin gotina ”bistro” ji peyva rûsî "быстро" (bystro) tê. Maneya wê "zû/ecele"ye.

Li gorî xwediyên vê baweriyê, di sala 1814a da dema rûsan Parîs dagir kirin, eskerên rûs li aşxane û li meyxaneyan ji payina zêde aciz dibûn û bi garsonan da diqîriyan, digotin: "Bystro, bystro!" (zû bike, zû bike!).

Dû ra jî navên aşxaneyên serwîsê zû dikin bûye ”BÎSTRO”.

Lêbelê hin ferheng û pisporên etîmolojiyê vê çîrokê red dikin. Dibêjin ev gotin cara pêşî, 70 sal piştî dagirkeriya Parîsê, di sala 1884a da di nivîsên Fransî da derbas bûye.
Kîjan dîtin rast e ez nizanim, lê bi baweriya min têkiliyek di nabêna gotina rûsî ”bistro” û navê aşxaneyên ”Bîstro” da heye. Heger çîrok ne rast be jî etîmîlojiya gotinê rûsî ye.

Gotina ”bistro” êdî ne gotineke balkişandinê ye, bûye navê aşxaneyên biçûk ên serwîsa zû dikin.

Hewil nedin zarokên xwe terbîye bikin, çimkî jixwe ewê bişibin we. Xwe terbîye bikin bes e.

///Îbn Haldûn

-Keder zanîn e, yên herî pi zanin mahkûmî kişandina êşa herî giran e.

///Lord Byron

-Ji bo ku însan bizanibe bi tiştekî nizane, dibê gelek tiştan fêr bibe.

-Ji bona yekî cahil tiştê herî baş bêdengmayin e. Lê belê bi viya zanîbûya jixwe nedibû cahil.
///Sadî Şîrazî

-Gava tu yekî bixapînî ew nabe merivekî ehmeq, tu dibî merivekî bêşexsîyet.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar