21 juli 2026

Dawiya dawî poşmanî ye

Fîlozofê danîmarkî Søren Kierkegaard li ser poşmaniyên însên tiştekî balkêş gotiye. Li gorî wî, tu çi bikî jî dawî poşmanî ye.

Tu bizewicî tu poşman dibî; tu nezewicî tu dîsa poşman dibî; dixwazî bizewice, dixwazî nezewice tu yê poşman bibî.

Dibêje, guh mede ehmeqiyên dinyayê, pê bikene û derbas be, tu yê poşman bibî; tu guh bidê jî tu yê poşman bibî.

Tu hêsiran bibarînî, dîsa tu yê poşan bibî; tu bi ehmeqiyên dinyayê bikenî, nekenî, hêsiran bibabîrînî, nebarînî tu yê poşman bibî.
Baweriyê bi jinekê bînî, tu yê poşman bibî, baweriyê pê nînî, tu yê dîsa poşman bibî. Dixwazî bi jinekê baweriyê bîne, dixwaze nîne, tu yê dîsa poşman bibî.
Ev e, tevahiya felsefê, temamiya naveroka wê, naveroka ruhê wê ev e.

XXX

”Meriv kane însên bike sê birr: Yên dibînin, yên gava tu nîşan didî dibînin û yên nikanin tu carî bibînin.”

Leonardo da Vîncî

Mixabin di nav me kurdan da yên qet nabînin pir in, qarixî bûne, rastiyê tu carî nabînin. Bi koranî, bi aqilê xelkê dijîn.

XXX

"Heger tu feydeyê nedî kitêbên xwe kitêbên te ewê feydeyê bidin te.

Yê pesnê aqilê xwe dide kêmasiya aqilê xwe nîşan dide."

Îbn Hzm

Meriv çiqasî jîr û baqil be jî dibê pesnê xwe nede, dibê xelk wiya teqdîr bike.

Qurretî, pozbilindî ne karê merivê zana û maqûl e.

 XXX

Do him maça Kûpa Cîhanê ya Fîfayê qediye, him jî mîvanên me çûn. Îşev ne maç heye, ne jî mîvan. Ez û xanim dîsa man bi tenê. 5 heftene em fêrî temaşekirina maçan bûbûn, bi tunebûna wan nuha sebra min nayê. Dibê ez xwe fêrî tiştekî din bikim. Ezê xwe bidim xwendinê.

Min kitêba Sun Tzu, Krigets Konst(Sinetê Herbê) temî kir. Çend roj berê ji min ra hat. Zarok hatin min nabên da xwendina wê. Dibê ez biqedînim û tiştekî li ser binivîsînim. Kitêbeke ecêb e, xwezî her siyasetmedarê me ew xweniba.

2026-07-20

XXX

-Hilweşîna dewletekê ne ji nişka ve ye, destpêkê henek bi rastiyê tê kirin, dû ra çewtî normalîze dibe.

Çîçero

-Her kesê fêrî fikirandinê bûbe, tu carî bi koranî bi tu tiştî va nayê girêdan

Tolstoy

-Merivê aqilê xwe perwerde neke, koleyekî teslîmî îradeya hinekên din bûye.

Epîktetos

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar