Dijminên me, dagirkerên welatê me tarîxa me talan kirine, nehîştine em tarîxa xwe binivîsin. Tiştên me nivîsîne jî ya talan kirine, ya jî ji me veşartine. Xwestine ne em, ew tarîxa me binivîsin; ji bo ku me înkar bikin, me miletekî bê mîrat, bê edebîyat, bê berhem nîşan bidin. Aleksandr Puşkîn gotiye:
-Heger hûn dixwazin paşaroja xwe(taliya xwe) binivîsin qelemê nedin destê hinekên din.
Şikir, nivîskarên me, edîbên me, tarîxzanên me êdî tarîxa miletê xwe dinivîsin, tiştên wenda jî derdixin ruyê erdê.
-Hilweşîna dewletekê ne ji nişka ve ye, destpêkê henek bi
rastiyê tê kirin, dû ra çewtî normalîze dibe.
Çîçero
Tolstoy
-Merivê aqilê xwe perwerde neke, koleyekî teslîmî îradeya
hinekên din bûye.
Epîktetos
-Însanek ne ji ber hêrsbûnê, heger deng nake her tişt qediya
ye.
Şîrazî
Li berxwedana Arjantînê ya bi ruh û can têrê nekir, Ferran
Torres di çarîka dawî ya dirêjkirinê da gola xwe avêt û welatê xwe Îspanya 1-0
cara duduya kir şampîyonpê dinyayê.
Arjantînê pir sert lîst, çend kartên zer girtin. Heger Arjantînê
qezenc bikira neheqî bû. Hekem du golên Îspanyayê jî şewitand.
Maçeke layiqî fînalê bû. Taximê xweş bilîze bira qezenc
bike.
2026-07-19
XXX
-Mirov sirrek e. Dibê were çareserkirin û heger hûn tevahiya
jiyana xwe ji bo çareserkirina wê derbas bikin, wê demê nebêjin min wextê xwe
bela sebeb heder kiriye. Ez li ser vê sirrê dixebitim ji ber ku ez dixwazim bi
însan bim.
XXX
Guh bidin vî xortê dilşewatê kurd û Kurdistanê. Xort dibêji
Kurdistan li ber çavên me ji dest diçe, dibe welatê eraban; berpirsiyar lê
temaşe dikin.
Metirsî û gefa erebkirina Kurdistan pir ciddî ye, ew gehiştiye asta man û nemana kurd û Kurdistan, mixabin!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar