Dîndarên her miletî ji welatê xwe, ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji kultura xwe, ji muzîka xwe hez dike; ji bo wê dixebite, nasyonalîstê miletê xwe ye.
Dîndarên ereb ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji welatê xwe
hez dikin, gişk nasyonalîstên ereb in.
Dîndarên tirk ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji welatê xwe hez dikin, gişk
nasyonalîstên tirk in.
Dîndarên faris ji miletê xwe, ji zimanê xwe, ji welatê xwe hez dikin, gişk nasyonalîstên faris in.
Dîndarên me kurdan bi piranî eksê dîndarên tirk, faris û ereb in; dîndarên me ne nasyonalîst in kurd in.
Piraniya dîndarên me li dijî serxwebûna Kurdfistanê ne, li dijî azadiya miletê xwe ne. Naxwazin kurd jî wek ereb, faris û tirkan bibin xwedî dewlet. Vi ya ji bo miletê xwe wek mafekî xwezayî nabînin, nabêjin. Ji dêlî wê piranî bûne zilamên tirkan û dewleta tirk û miletê xwe asîmîle dikin. HUDAPAR numûneya vê yekê ya herî berbiçav e.
Lê li alî din bi ruh û can dixwazin filistînî bibin xwedî dewlet. Gişk ji bo xatirê filistîniyan neyarên Îsraîl in, lê ne li dijî dewleta tirk ya dagirker in. Ne tenê ne li dij in, dost û mitefikên wê ne, bi dewleta tirk ra şerê miletê xwe dikin.
Yanî pirnaiya dîndarên me hewqsî bêkêr, totikvala û xulamên neyarên qewmê xwe ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar