19 juli 2026

Civatên paşdemayî ji kesên kêmkaqil hez dikin

-Civata pêşketî ji merivên bêaqil ditirse, civata pêşneketî, paşdamayî ji merivên baqil ditirse.
J. M. Goetzee

Ji bo wê ye li Tirkiyê merivên baqil, jîr, pak, kurd tim di bin êrîşê da ne; ciyê wan ya zindan e, ya jî sirgûn e, nahêlin merivê baş, pak, baqil bîna xwe bigirin. Ji wan ra merivên kêmaqil, cahil lazim in, ji bo ku kursîya wan nekeve talûkê.

 XXX

-Heger hûn dixwazin bi tiştek bin, bibin însanekî dirist û baş. Di wê kulvarê ra da pêşbazî tune ye.

-Bi berazekî di nav pîsiyê da ranehîje hev; hûnê herdu jî bilewitin, lê belê berazê ji viya zewqê bigire.

-Ava qilêrî rê li ber mezinbûna nebatan(sebze, gîha, kulîk)nagire, ji bo wê jî destûrê nedin gotinên negatîv rê li ber pêşketina we bigire.

Albert Einstein

XXX

-Sê babet însan hene:  yê yekê wek nan e, her roj lê tê gerandin. Yê duduya wek derman e, dema lazim be lê tê gerandin. Yê sisiya wek mîqrobê ye, ne hewceyî lê gerînê ye, ew we dibîne.
Anton Çehov

Rast e, gelek mîqrob meseletî miletê me bûne,

XXX

-Dewlet dişibe keştiyê, gel jî dişibe avê; yê keştiyê hildigire av e, lê belê yê keştiyê binav dike jî av e.

Konfuçyus

Ev çend car in li Îranê pêlên avê bilind dibin, derya hêc dibe, dixwaze keştiyê binav bike, lê keştî pir mezin û saxlem e, binav nabe.

Pêl hîn nesekinîne, keştî çiqas mezin û xurt be jî av jê xurttir e, rojekê avê keştiyê bide ber pêlên bilind û binav bike. Hêvî dikim ew roj zû were, ne dereng be.

XXX

Tolstoy gotiye, ”Kesên xerab, her ku tu tehamulî wan dikî bêtir diazirin.”

47 sal e dinyayê tehamulî meleyên Îran bi darê zorê xist bin destê xwe dike. Nuha jî dar pir qalind bûye destê kesî lê nayê hev.

Tîrmar bûye ejderha, kuştina wî pir bûye. Lê dibê ev ejderha were kuştin, çiqasî li ser hukim bibîne ji her kesî ra xerab e. Piştî vî şerê giran jî heger nekevin ewê bêtir har bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar