19 juli 2026

Îngilîstanê Fransa perîşan kir


Do bi şev heta derengê şevê me li maça Îngilistanê û Fransayê temaşe kir. Maçeke ecêb bû. Îngilistanê 6-4 qezenc kir, Fransa perîşan bû. 
Berî maç dest pê bike, min got, "
Ez ditirsim înilîz qezenc bikin." Tirsa min rast derket. Bi rastî jî qezinc kirin. Lê bi ferqeke mezin, 6-4 Fransa perîşan kirin.

Di maçekê da 10 gol na karê aqil e. Heta 11 gol hatin avêtin. Hekem goleke Îngilîstanê şewitand, got ofsaîd e.

Nîvê pêşî yê lîstikê 4-0 qediya, Îngilîstan 4, Fransa 0. Di nîvê duyem da Fransayê 4 gol avêt, rewş bû 5-4. Esas penaltiya Îngiltanê ya deqîqeyên dawî neheqî bû, ne penaltî bû. Îngilîzan dû ra skor kirin 6-4.
60 sal e cara pêşî ye Îngilîstan dibe xwedî medalya. Guneh in, de bira ew jî piştî 60 salî madelyakê bigrin.
Maçeke muhteşem bû. Di tarîxa Kûpa Fîfayê da 10 gol hene ya na ez nizanim. Lê di tarîxa Kûpa Fîfayê da cara pêşî ye Fransa di maçekê da 6 golan dixwe.

XXX

Maça Fransa û Îngilistanê dike dest pê bike, ezê lê temaşe bikim.

Ez ditirsim înilîz qezenc bikin. Ji min pir ne muhîm e, kî qezenc bike ezê pê xemgîn nebim. Lê dixwazim Fransa qezenc bike.

Esas herduyan jî kurdistan perçe kirin û dan tirk û ereban. Di vî warî da tu ferqa wan tune ye.

Lê dû ra Fransayê, Mîtterrand, xanima wî û yên piştî wan jî ji îngilîzan bêtir piştgirî dane kurdan. Lema dixwazim ew qezenc bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar