Stockholm do belkî 30 derece germ bû, her der dikeliya. Îro
18 derece ye, ewr e, bîstek din baranê bibare.
Yê min germ ne xema min e, ji germê ra jî, ji sermayê ra jî
ez ne zeîf im, deyax dikim. Lê xanima min, Azad û Rojenê me perîşan dibin, bi
taybetî jî xanim difetise, xwîdan jê diherike.
Ji bo wê jî do perîşan bû. Do kar pir bû, mîvanên xerîb, havalên zarokan jî
hatibûn, mal qelebalix bû û dinya jî dikeliya.
Yê min ne xema min bû, lê xanim baş helîya.
Îro jî 18 derece ye û bîsteke din jî ewê bi baran be. Sibe jî baran e.
Swêd wiha ye, rojekê dibe 30 derece, roja din dibe 15 derece û baran.
Xortên me ji şahiya me ya do çend fotograf girtine ez wan parve dikim.
XXX
Qismekî mîvanên me çûn,nuha dora paqijiyê û şuştina fera û folan e.
Wele em pir westiyan, lê xweş bû,me zarok û neviyên xwe bi
hev ra dîtin.
Neviyên me berê neçûn ba apên xwe, ji wan kef kirin.Dû ra
nerm bûn, xwe nêzî wan kirin. Ji ber ku her yek li bajarekî ye,zarok wan
nabînin.
2026-07-17
XXX
Stockholm 24 derece germ e, her der dikele. Lê şokir mala me
honik e. Berpirsiyar dibêjin hûn ne mecbûr bin ji mala xwe dernekevin.
Dibêjin li Ewrûpayê bi hezaran însan ji germê mirine.
Min fêm nekir ev ewrûpî çawa însan in, li Kurdistanê 40-50
derece germ bû jiyan nedisekinî, her kes li ser karê xwe bû û kes ji germa
nedimir.
Li vir trên û trafîk jî baş naxebite, dibêjin pir germ e.Him
dibêjin germ e, him jî xwe tazî dikin. Ji wan wetnê meriv tazî be honik dib…
2026-07-17
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar