Êrîşên Îranê û çeteyên wê yên ser Kurdistanê nasekine. Do bi şev êrîşî Silêmaniyê û Hewlêrê kirine. Sîstema parastinê ya Hewlêrê 4 dronên Îranê xistine.
Gerek siyasetmedar û serokên kurd êdî baş fêm bikin, ew çi tawîzê bidin
dagirkerên Kurdistanê jî Îran dev ji êrîş û neyartiya kurdan bernade.
Ji dijmin ra sînor tune. Bi dijmin ra zarê xweş, pişta xurt, saxlmem lazim e.
Îran marekî birîndar e, gurekî har e ewê êrîşên xwe bidomîne. Ji bo ku em zêde zirarê nebînin dibê em xwe biparêzin, di vî warî da çi ji destê me tê bikin.
Îran bûye wek boxeyê bîrandar, birîna wê xedar e, lema pir êrîşkar e.
XXX
Îran bi piştgirîya Hizbullah Libnanê, Hûsiyên Yêmenê û komên
cuda yên li Iraq û Sûriyeyê, bêîstîkrariyê çêdike û terorîstan fînanse.
Îran bi viya jî nayê serî, bi fuzeyan û bi dronan êrîşî
welatên cîran dike.
Li Tengava Hurmuzê korsaniyê dike, ji keştîyan xûgl dixwaze.
Tu têkiliya kurdan bi şerê wan û amerîkayê tune ye, her roj êrîşî
Kurdistana Başûr dike, do di êrîşekea Îranê da 9 pêşmerge şehîd ketine.
Tanî ev dewlet dewleteke terorîst e, dibê ji ji ortê rabe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar