Fotoyekî 4 sal berê. Lawikê me Azad, xanim û ez
Îro him rojbûna lawikê me yê mezin Azad e, dibe 50 salî, him jî rojbûna neviyê me Leo Ronî ye; ew jî dibe 1 salî. Em herdu rojbûnan bi hev ra pîroz dikin.
Facebokê pîrozbahiya Azad ya 4 sal berê anîye bîra min, mala wê ava be.
Facebook bi van bîranînan tiştekî baş dike.
Dîtina 50 saliya ewldê xwe xweş e, êdî ne zarok û ne jî xort e, peyê mezin e,
rî û por sipî kiriye.
Êdî dor hatiye zarokên me. Ew jî kal û pîr dibin, dibin bavên zarokan.
Îro emê hinekî meşxûl bin. Emê rojbûna neviyê xwe li mala me pîroz bikin. Azad jî hatiye. Tesadufeke xweş e, rojbûna herduyan di eynî rojê da ye.
Li kurdistanê di dema me da kesî rojbûn filan û bîvan pîroz nedikir. Jixwe gelekên me nizanîbûn kîjan rojê, kîjan mehê, het akîjan salê hatine dinê. Ez bûme 76 salî min tu carî rojbûna xwe pîroz nekiriye û naikim jî.
Lê rojbûnên zarokan û neviyên xweem mecbûrî pîroz dikin. Kêfa wan tê. Esas adeteke ne xerab e.
Êvarî ewê hin mîvan jî werin. Yanî îro ez û xanim di hinge dingê da ne, em nefehesiyayî ne. De bir aîro jî weiha be. Ma qey bi nivîsên xwe ez dikim qula dinyayê rast bikim û kurdan ji bin bidestiyê xelas bikim?

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar