16 juli 2026

Cineta ez ne tê da me bira ker û kûçik tê da vegevizin

Do bi şev me li maça Arjantîn û Îngilistanê temaşe dikir. Bûka me ji min pirsî, got:

-Tu dixwazî kî qezenc bike?
Mingot:
-Ez ne dilxwazê kesî me, kî xweş bilîze bira ew qezenc bike.
Ji ber ku Fransa welatekî piştgiriya kurdan dike, min dixwest ew qezenc bikin. Ew jî têk çû. Wekî din kî dibe şampîyon, kî nabe ji bo min qet ne muhîm e. Bi têkçûn û serketina tu welatî ez xemgîn û dilşa nabim.

Cineta ez ne tê da me bira ker û kûçik tê da vegevizin. Ev e dîtin û felsefeya min.
Piştî ku Kurdistan di Kûpayê da tune ye, çima ezê xwe li ber baranê şil bikim?
Li maçan temaşe dikim û dixwazim taximê xweş dilîze, yê heq kiriye, şampîyonî heq kiriye bira ew taxim kûpa, xelata şampîyoniyê bibe welatê xwe.

XXX

Piştî 60 salî Îngilîstan pir nêzîkî fînala Kûpa Cîhanê bû lê Arjantînê rê li ber gort, nehîşt bigihîze mirazê xqe.

Lê Xwedê heye, Arjantînê ev serketin tam heq kir.

Sûcê Îngilistanê bû, piştî golek avêtin defensîv lîstin û malik li xwe şewitandin, du gol xwarin.

XXX

Got, yê kir tepisî, yê nekir reqisî.

Xwediyê Tirkyê û hevalên wî çi udrê, çi şaşiyê, çi diziyê, çi virê û firildaqê dikin ji wan ra dimîne, ditepise, yên me rebenan tiştekî xerab nekirine, dîsa jî reqisandin, bi sûcên giran êsîr hatine girtin, bûne terorîst.

XXX

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Washingtonê bi Donald Trump ra rûdine, peymanan îmze dike, lê çeteyên çekdar ên girêdayî Îranê dibêjin em sîlehên xwe danaynin.

Esas yê vê gotinê bi çeteyan dide gotin Îran e. Îranê ew çete çekdar kirine. Îran meaşê wan dide.

Heta mele li ser hukim bin, Îran van çeteyên xwe yên li Îraqê, li Libnanê, li Yêmenê, li Filiîstîn belav nake.

Çare, dibê Amerîka, Îsraîl û Îraq, Libnan, hukûmeta Yemenê li wan xin, koka wan biqelînin.

Çimkî heta ev hêzên çekdar hebin li Îraqê, li Libnanê, li Yêmenê, li Filistînê aramî, aştî ne mimkûn e. Bêyî zorê, lêdanê vana ji tu zimanekî din fêm nakin. Xwezî ne wiha ba, lê wiha ye. Yê li dû kuştina te be, heger tu naxwazî werî kuştin dibê tu wî ji ortê rake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar