15 juli 2026

Meriv bi gur be ji kerê her kes lê siwar tê çêtir e

Navê gur bi harî, bi xerabî derketiye. Bi rastî jî gur him har e, him jî çavnebar e. Gava bi kerîyê pez dikeve pezekê tenê nakuje, kîjan bi ber dikeve dikuje. Ev xisletê wî ne baş e.

Lê gur bindestiyê tu carî qebûl nake, li çol çepelan birçî dimîne, wek kûçik bindestiyê, xulamtiyê qebûl nake.
Ji bo wê jî di jiyanê da meriv bişibe gurekî her kes jê nefret dike, ji kerekî her kes lê siwar dibe çêtir e. 
Serê deh serî jê neqehere ne tu serî ye. Bira meriv mêr be, kelemê li ber çavê dijmin be.

XXX

Kevirekî pîsik kane tasikeka zêrîn bişkîne, lê berlê ne qîmeta kevir zêde dibe, ne jî nirxê zêr dadikeve

-Di minaqeşeya nabêna qesaban da terefgirîya pez qedera wan naguherîne.

XXX

Îblîs lawê xwe perwerde dikir, derûdor pê dida naskirin. Digot, ev çiya ye, ev kevir e, ev ax e, ev av e, ev newal e, ev gir e, ev gîha ye, ev kulîk û nebatin.

Di wê nabênê da însanek bi ber çavên wan ket. Gede meraq kir, pirsî:

-Bavo, ew çi ye?

-Ew însan e, xwe nêzî wî meke lawê min. Her jahrê dixwe, her pîsiyê û xerabiyê dike û dike hustuyê me…

XXX

Îşê Fransayê li hemberî Îspanyayê xerab e. Fransayê cara wiha xerab nelîstiye.

Îspanya 0-2 li pêş e. Fransa dostê kurda ye, min dixwest Fransa qezenc bike, lê şansê Fransayê tune ye. Îspanya gelkî baştir dilîze. Fransa di tu paseke xwe da ne serketî ye. Dîyar e maçê 0-2 biqede. Îspanya neke 0-3 baş e.

2026-07-15

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar