Li Îspanyayê alimekî Îslamê gotiye gerek mêrên misilman gişk wek wî rîyê berdin. Gotiye:
”Peyayên(mêrên)bê rî, ji ber ku dişibin jinan kanin bi peyayên
din ra fikrên (hestên) `ne baş` peyda bikin.”
Yanî keftar dibêje, peyayên bê rî û bê simêl kanin bibin sebebê dilê peyayên din li wan
xera bibe û penîsê(qobikê) wan rabe.
Serokên ewrûpîyan û piraniya miletê ewrûpî jî heta hûn bixwazin kêmaqil û ehmeq in. Merivên wiha meriv nagire welatê xwe. Gava yekî tiştekî wiha got, meriv tavilê ji welatê xwe derdixîne.
Demokrasî gerek însanên wiha qebûl neke. Bi sedhezaran kesên
wek vî kefterê mejugenî û seksomanyax li Ewrûpayê hene.
XXX
Li Swêd di telewîzyona kanala 5a da programeke li ser
kontrolên gumrikê û pûlisên balafirxanê heye.
Kesên di herin û tên Swêd saxî dikin. Bi kê ra pereyê zêde,
zêr, seetên Rolex û kincên marqe, pir buha digirin ji Tirkiyê tên, dibêjin me
ev tişt li Tirkiyê kiriye.
Yanî bi kê ra perê reş, zêr, malên biha, malên sexte digrin
kok Tirkiye derdikeve.
Tu dibêjî belkî Tirkiye bûye hêlîn û bazara çeteyên dinyayê
û bazara perê reş.
XXX
Tirk û hin kurd dibêjin efendim em birayên hev in; vir e,
binake û sinaka wê tune ye. Ev îş bi gotinê tenê nabe, emel muhîm e.
Heger em ”birayên hev in”, dibê di heq da jî, di mafan da
jî, di desthilatê da jî, di îdara dewletê da jî em xwedî eynî mafan bin.
Hûn Habîl in ya Qabîl in?, dibê meriv viya zelal bike. Heta
nuha hûn bûne Qabîl, em jî bûne Habîl…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar