14 juli 2026

Li ser rexneya Felîx M Keskîn

Min îro di medyaya sosyal da wergera kitêba Goethe ya bi navê ”Dîwana Şerq û Xerbî” ya ji alî Abdullah Încekan va hatiye kirin parve kir, wergerê wê pîroz kir. Ji ber ku esereke wiha bûye kurmancî kêfxweşiya xwe nîşan da.
Mamoste, Felîx M. Keskînê hêja di platforma Xê da ez rexne kirime, gotiye:

”Tu rû û rihspiyê kurdan î; ku te lêzêdekirinek û pêşketinek li aliyekî, hema "kurmanciyeke xurt" herikbar peyda kiribe di metne Nûbihara çilvir a 2800 salan de me qebul heyra bê filan û bêhvan! lê ka te bê xwendin xaz nedabe wan, "Zinar abê"?

xizmet serçavan, lê pêşketineke çawa te dît? te da ber almanî? wergêr ji Goethe fêhm dike apê xamo? weşanxanê çi kiriye li gor nêrîna te?”


Felîx M. Keskînê hêja, birayê min ê ezîz,  dibê yekî wek te hinekî bînfire û bi tolerans be.

Gul bê sitrî nabe. Eserên wiha* tercumeyî kurmancî bibin ji bo pêşketina zimên û edîbîyata me baş e. Ez wer difikirim. 

Û ji bo ku meriv bi wergera esereke muhîm kêfxweş bibe, wergêr pîroz bike, ne şert e eser xwendibe. Ez bi wergerê kêfxweş bûm, min zimanê wergerê neparastiye, min pesnê wergerê nedaye.

Mimkûn e di wergerê da kêmasî, şaşî hebin, kesên zana ewê wergerê rexne bikin, şaşiyan yek bi yek nîşan bidin. 

Metoda ilmî û rast ev e; ne ku meriv bibêje bira werger nebe, ya jî werger xerab e, kesê wer kiriye nezan e. Şaşîya wergerê çi ye dibê meriv nîşanî xwendevanan bide. Fermo, bibêje çi kêmasî û şaşiya wergerê heye?

Heger şaşiyek, kêmasiyek hebe, di wergera duduya da kesên zana ewê wergereke tekûztir bikin.
Gelek berhemên me yên edebî, roman, çîrok, şiîr ne tu berhem in. Lê li gel vê jî hebûna wan ji tunebûna wan baştir e. 

Hêdî hêdî fêr dibin, xwe bi pêş dixin, yên bi pêş nekevin jî nayên xwendin.
Herî zanayê me, zimanzanê me yê îro herî bi nav û deng, nivîsên wî yên 30-40 sal berê mişt şaşîyên îmlayî û gramerê ne. Lê dîsa jî baş e ku dest pê kirine, ji bo me kurdan ji tunebûnê çêtir e.

46 sal berê dema min dest bi nivîsandinê kir îmla min xerab bû. Çimkî ez qet neçûbûm mektebê û min zanîngeha edebîyatê neqedandibû. 

Ez hêdî hêdî fêr bûm û ez bawer dikim min zirar nedaye ziman û edenîyata kurmancî, pir feydeya min gihîştiye edebîyat û zimanê kurdî.
Yanî dibê meriv çavên xwe ji kêmasiyan, şaşiyan ra negire, lê wan qedexe jî neke, rexne bike, rastiyê nîşan bide.
Min bersîva rexneya te dirêj kir, nedibû ez bi çend gotinên di Xê da bersîva rexneya te bidim.
* Johann Wolfgang von Goethe "Dîwana Şerq û Xerbî. Eve ser ji alî Abdullah Încekan va hatiye kirin û Nûbiharê çap kiriye.

Nivîsa Felîs M. Keskîn rexne kiriye ev e:

Abdullah Încekanê hêja, esera Johann Wolfgang von Goethe ya navdar "Dîwana Şerq û Xerbî’ wergerandiye kurmancî. Mala camêr ava ve, ji ziman û edebîyata kurdî ra xizmetek baş kiriye.

Werger him zimên, him jî edebîyatê bi pêş dixîne, ji bo nivîskaran dibe numûneyên îlhamê.

Ji bo pêşketine zimên werger pir girîng û bi feyde ne.

Dewleta Osmanî di sala 1821ê da bi navê Odeya Tercumeyê ya Babîalîyê(Bâb-Âli Tercume Odası)dezgeheke tercumeyê ava kirin û gelek kilasîkên edebîyata dinyayê tercumeyî tirkî kirin. Vê yekê zimanê tirkî pir bi pêş xist, gelek teswîr, teşbîh, metafor û mefhûmên nuh li tirkî zêde kir.

Çiqas kitêb tercumeyî kurdî bibin ji bo zimanê me baş e. Mimkûn e di tercumeya pêşî da hin kêmasî, şaşî çêbibin lê tişt nabe, dûra tên rastkirin. Di her zimanî da wisa ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar