14 juli 2026

Heger gurên çiyayên welatê me hebûna kûçikên xelkê nikanîbûn lê bidana cirîdê

Welatê li çiyayên wî gur tunebe, deşt û zozanên wî tije kûçik in, kûçik xwe qiral dihesibîne.
Heta ji kûçik tê bira biewte, mesele ne ewtîna kûçik e, mesele tunebûna gur e.
Heger gurên çiyayên welatê me hebûne keriyên kûçikên xelkê nikanîbûn lê bidana cirîdê…
Miletê bêdewlet bindest e; fena çiyayê bêgur e, wek sêwîyê ber dîwaran e, tim tê pelixandin.
Ji bo ku dagirkerên welatê me xwedî dewlet in, ordiyên wan hene, xwedî balafir, xwedî tank û top in, xwedî meclîs û dem û dezgeh in.

Gava dixwazin me digrin, davêjin zindanan, dikujin. Gotinên wan li cîhanê pere dike.

Miletê bê dewlet di warê siyasî, civakî, kulturî, hiqûqî da rûbirûyê gelek zehmetîyên mezin e.
Miletê bê dewlet asîmîle dibe, hêdî, hêdî dihele, dibe miltekî din.
Bi milyonan kurd heliyane, bûne tirk.

Miletê bê dewlet di qada navneteweyî da ne xwedî nûneriyeke fermî ye.

XXX

Abdullah Încekanê hêja, esera Johann Wolfgang von Goethe ya navdar "Dîwana Şerq û Xerbî" wergerandiye kurmancî. Mala camêr ava ve, ji ziman û edebîyata kurdî ra xizmetek baş kiriye.
Werger him zimên, him jî edebîyatê bi pêş dixîne, ji bo nivîskaran dibe numûneyên îlhamê.
Ji bo pêşketine zimên werger pir girîng û bi feyde ne.
Dewleta Osmanî di sala 1821ê da bi navê Odeya Tercumeyê ya Babîalîyê(Bâb-Âli Tercume Odası)dezgeheke tercumeyê ava kirin û gelek kilasîkên edebîyata dinyayê tercumeyî tirkî kirin. Vê yekê zimanê tirkî pir bi pêş xist, gelek teswîr, teşbîh, metafor û mefhûmên nuh li tirkî zêde kir.
Çiqas kitêb tercumeyî kurdî bibin ji bo zimanê me baş e. Mimkûn e di tercumeya pêşî da hin kêmasî, şaşî çêbibin lê tişt nabe, dûra tên rastkirin. Di her zimanî da wisa ye.

XXX 

Dawiya dawî her kes bi kesên li gorî fitrata xwe ra radibe, rûdine, hevaltiyê dike. Baz bi ra, qaz bi qazê ra.
Di viya da tu şaşî, anormalî tune ye.
Tu ne kanî qijikê bihewisînî bexçê gulan, ne jî kanî bilbil bihewisînî ser sergo.

XXX

-Bi benekî tu kanî întîxar jî bikî, tu kanî pê hêlkanekê çêkî û xwe tê da hêl jî bikî.

Ji bîr meke, benê jiyanê di destê te da ye.

///Dostoyewskî

Gotineke rast e, lê yên viya nizanin pir in.

XXX

Hûn kanin di sîrkan da şêran bibînin, li lîstikên wan temaşe bikin. Lê belê di sîrkan da hûn gur nabînin. Çimkî gur wek şêr, wek piling û gelek heywanên din kedî nabe.
Gur, pir girêdayî azadî  û qerekterê xwe ye. Birçî dimîne, lê wek kûçik ji bona kurtêlek nan bindestiyê qebûl nake.
Lema kes nikane gur kedî bike û wek meymûnê di sîrkê da bide lîstikandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar