Tirk, tarîxzanên tirk fêr bûne tarîxê tahrîf bikin, bi derewan pesnê xwe bidin. Beq nequrre ewê bidirre. Tirk pesnê xwe nedin ewê biteqin.
Tarîxzana tirk Ayşe Hur di programeka telewîzyonê da gotiye, mîrîtîyên me digot tirk in, di esasê xwe da gişk kurd bûne.
Ayşe Hurê gotiye, ”mîrîtîyên Enedoliyê yên wek Îsfendîyarogullarî,
Germîyanogullarî, Aydinogullarî ne tirk in, hersê jî kurd in.”
Tarîxzanên tirk, nivîskarên tirk ji van gotinên Ayşe Hurê pir aciz bûne, di medyaya sosyal da
pir êrîş dikin, gotin giran jê ra dibêjin, wê bi xayintiyê sûcdar dikin.
Tarîxa tirkan li ser derew û falsîfîkasyonê, li ser tahrîfatê ava bûbe. Gava ev yek eşkere dibe har dibin, dest bi êrîşê û heqaretê dikin.
Herçî mesela van hersê mîrîtiyên Ayşe Hurê qala wan kiriye berê jî hin nivîskarên kurd, Mûrad Ciwan, Cemşîd Bender gotin vana mîrîtîyên kurd in.
Mûrad Ciwan di sala 2018a da di palpera xwe ya şexsî û di Rûpela Nû da û di malpera xwe da li ser van mîrîtiyan nivîsî û îspat kir ew ne tirk in, kurd in.
Mûrad Ciwan di van lêkolînên xwe da nîşan dide mîrîtîyên rojavayê Enedolê yên wek Menteşeogullarî, Germiyanogullarî, Candarogulları (İsfendiyarogullarî) û Aydınogullarî mîrîtîyên kurd in.
Yanî tiştê Ayşe Hur dibêje Îsfendîyarogullarî, Germîyanogullarî û Aydinogullarî mîrîtiyên kurd in nîqaşeke kevn e. Berî wê û heta îro jî gelek nivîskar û lêkolînerên kurd di berhem, gotar û lêkolînên xwe da bal kişandine ser vê mijarê.
Yanî berî Ayşe Hurê hin nivîskarên kurd ev tarîxa tirkan a
derewîn pûç kirine.
Tirk fêr bûne tarîxê tahrîf bikin, bi derewan pesnê xwe bidin. Beq nequrre ewê bidirre. Tirk pesnê
xwe nedin ewê biteqin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar