12 juli 2026

Îşev maç tune dûzana min serobinî heb bûye

Hînbûn tiştekî ecêb e, gava meriv hînî ditştekî bibe ji meriv ra dibe xû, gava ew tunebe însan di jiyana xwe da valahiyekê his dike.

Çendake ez her şev li maçên Futbolê yên Kûpa Cîhanê temaşe dikim.

Îro maç tune ye, heta 14ê mehê nabên danê, lîstikvan ewê bîna xwe bigirin. Heqê wan heye.
Ji ber îşev maç tune ye, ez di rûtîna xwe da valahiyekê his dikim. Gava meriv hînî tiştekî dibe, ji meriv ra dibe wek adetekê.

Temaşekirin xweş bû, du seetan min û xanimê bi hev ra li futboleke xweş temaşe dikir. Me şirove dikir, carnan jî lîstikvan û hekem rexne dikir. Îşev maçeke em lê temaşe bikin, jê kêf û zewqekê bigirin tune ye. Em herdu jî vê kêmasiyê his dikin.

Maçên qonaxa çarîk-fînalê do bi şev bi temamî qediyan. Di herdu maçên dawî da Îngilistan û Arjantîn bi ser ketin û derbasî nîv-fînalê bûn.
Arjantînê 3-1 berra Swîsreyê da û derbasî nîv-fînalê bû.
Îngilîstan jî bi zor, bi xêra şansekî mezin û bi xêra alîkariya hekem li hemberî Norweçê 2-1 bi ser ket.
Hekem golekî Norweçê şewitand. Bi baweriya min Îngilîstanê bi neheqî qezenc kir, hekem heqê Norweçê xwar? Tiştê Erling Haaland kir têkiliya wê bi golê tunebû. Di maçeke hewqasî muhîm da dibê meriv adil hereket bike.
Ya din jî ev serketin ji bo Îngilîstanê ne serketineke pê serbilind bin.
Min li maça Arjantîn-Swîsrê temaşe nekir, dibêjin Arjantînê qet xweş nelîstiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar