12 juli 2026

Wexta xwe bide kesên hempayê xwe

Çend şîretên baş û bi feyde. Di jiyanê da meriv bi gelek tiştan nizane, dûra fêr dibe. Meriv xwe ji tiştên xerab dûr bixe û tiştên baş fêr bibe li karê ye.
-Xwarina yê ji dil îkram neke mexwe, meçe mala yê ji dil dawet neke, yê bi hesret xwe li te nepêçe himêz meke. Hevza xwe ji kesê  tim li te gudarî dike û ew bi xwe deng nake bike, jê ra tiştekî nebê. 

Bi kesê di hevaltiya xwe da, di muhbeta xwe da ne samîmî ra hevaltiyê, dostiyê meke. 
Mala xwe jî, dilê xwe jî, wexta xwe jî bide kesên hempayên xwe xwe...

XXX

Jinikê bi cîrana xwe ra li ser parêzê sohbet dikir, jê ra got:

-Keçê nan mexwe, zorê bide pel û pincêr, hişinayiyê. Pel û pincar, hişanayî meriv zeîv dike.

Hevala wê kenîya, got:

-Keçê, kêmaqilê, gîhaya ku mangeyê qelew dike, dike mazmaze ewê çawa me zeîf bike?

XXX

-Piştî ez mirim şûnda

Tu werî ser gorra min çi ferq dike, tu neyê çi ferq dike?

Piştî ez mirin şûnda,

Tu bigrî çi ferq dike, tu negirî çi ferq dike?

Te qîmeta min di saxiya min da nizanîbû;

piştî ez mirim şûnda , tu bizanibî çi ferq dike, tu nizanibî çi ferq dike?

Dibêjin ev şiîr ya Mewlana ye, çiqas rast e, çiqas ne rast e nizanim. Lê şiîreke manîdar û pir xweş e. Min got bira bi kurmancî jî hebe.

XXX

Îran: "Tel Avîv, îstîxbarata me dizane we di taştê da çi xwariye."

Netanyahu: "Wê demê dibê hûn bizanin me ew li orta hewşa mala we da xwar."

XXX

Tirkiye bûye hêlîna çeteyan û hêzên mafîa yê. Ji ber ku çete ji Swêd bi milyaran pereyên reş transfeerî Tirkiyê dikin, banqeyên Swêd hewaleyên xwe yên bi Tirkiyê ra sekinandine. Ne kes kane ji Tirkiyê pera bişîne Swêd, ne jî ji Swêd kane bişîne Tirkiyê.

Ez îro viya ji banka xwe fêr bûm.

Tirkiye tu carî nebûye welatekî demokratîk, saxlem, qanûnî.

Lê Xwedê heye îslamîstan di warê tîcareta bi çeteyan ra, bi mafîayê ra kemalîst derbas kirin. Ji bo wê jî banqeyên Swêd bi banqeyên Tirkiyê ra naxebitin. Belkî gelek welatên din jî ev biryar girtibe.

XXX

Rojekê ji nivîskar û wergerê faris Ibnul Muqaffa(720-756) pirsîne, gotine:

-Kê tu hewqasî baş perwerde kiriye, tu kiriye xwedî exlaqekî hewqasî bilid û baş?

Ibnul Mukeffa gotiye:

-Min bi xwe.

Matmayî mane, gotine:

-Yekî terbîyekar ne li ser serî be, însan bi xwe kane xwe perwerde bike?

Camêr gotiye:

-Çima ewê nebe? Min li ba yekî din xisletekî baş dît tavilê qebûl kir; tiştekî xerab dît ji xwe dûr xist, ruhê xwe avêt. Min nefsa xwe di neynika kesên din da perwerde kir.

XXX

-Li dinyayê însan li pey sê tiştan dibezin: Rizqê zêde, di nava însanan da bidestxistina mewqîyekî baş û haziriya axîretê.

XXX

-Zimanê merivê baqil li pişt dilê wî ye, berê difikire dûra dipeyive; lê merivê ehmeq dilê wî li pişt zimanê wî ye, berê dipeyive dûra difikire.

XXX

-Tiştên însan herî zêde jê bawer dikin, herî zêde baweriya xwe pê tînin tiştên herî kêm dizanin, tiştên herî kêm jê fêm dikin.

-Bawer neke derdê te tenê heye, viya baş bizanibe, kesên wer hene derdê te ji xwe ra wek nîhmetekê dihesibînin.

Montaîgne

 XXX

-Gunehên biçûk biçûk nebînin. Çimkî ji wan gunehên mezin zîl(ajal) didin, şax û guliyan vedidin.
Darek ji dendikekeke biçûk çêdibe

XXX

Gur û ker li ser rengê gîhê ketibån gewriya hev. Gur digot gîha kesk e, ker digot, na zer e.

Çûn ba şêr, ji bo ku şêr wan ji hev safî bike. Şêr, piştî li herduyan guhdarî kir, gur ceza kir. Lê ne ji bo ku gur neheq bû, ji bo ku bûbû mihatabê ker.

Di medyaya sosyal da hûn rastî gelek şaşiyan tên, gelek fahşiyên, zirzopiyên hin kesan tên, ji nedî va werin, mihatabê her kesî nebin, meriv poşman dibe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar