Pîrê li bazarê çû ser dikina masîfiroş dikira mîsî bikirîya. Rahîşt masîyekî ji dêla wî bîn kir. Masîfiroş got:
-Xaltîkê, masî ji serî genî dibe, ne ji dêlê. Serî bîn bike.
Pîrê mizicî, got:
-Serî ji xwe genî ye, ez dixwazim bizanibim hela genîbûn gihîştiye dilê ya na?
Li Tirkiyê serî ji
zûda ye genî bûye, genîbûnê xwe gîhandiye dêlê jî.
Goşt genî bibe xwê dibe, lê heger xwê genî bibe gelo çare çi ye?
Li Tirkiyê bîn ketiye xwê jî...
XXX
Piraniya kesên ji nifşê me ji bo rehetîya xwe, ji bo malê dinyayê nexebitîn,
nedan dû rehetîyê û bextewariya xwe. Meqam, pere, jiyaneka bextewar ne hedefa
kesî bû.
Çimkî em gelkî mijûlî azadiya miletê xwe bûn. Hişê me, aqilê me, dinya me
xebata hemû ji bo kurd û Kurdistanê bû.
Em xwedî îdîalên mezin bûn, me dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî, ji rehetiya
xwe, ji xwendina xwe berda bû, me xwe dabû karên siyasî.
Nifşên îro qet naşibin me, xwe nêzî siyasetê nakin, ajandeya
wan, hedefa wan tiştekî din e. Qedera her nifşî ne wek hev e, cihê ye. Zor û
zahmetî zêde bû para hin nifşan.
Me pir kişand, nifşên berî me jî pir kişandin. Lê me pir,
hindik tiştek xuliqand, mîratek li pey xwe hîşt. Em nifşekî serhildêr in.
Ez nifşê nuh di qada siyasî da, di xebata ji bo kurd û Kurdistanê da nabînim;
pir hindik in. Ev yek min gelkî ditirsîne, dide fikirandin.
XXX
Tarî ji ronahiyê, derew ji rastiyê ditirse. Roj tenê be jî
ronahiyê li dora xwe belav dike. Xemgîn mebe, qedere rastiyê ye tenêbûn.
Qijik bi refan, qertel bi tenê dijî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar