Îro min bala xwe da îstatîstîkên tikandina, serlêdanên bloga xwe Hindik Rindik. Dema min tikandina do, reqema 38463 dît ez matmayî mam, min ji çavên xwe bawer nekir; min got miheqeq şaşiyek çêbûye.
Ji bo ku ez bizanim reqem rast e ya jî şaş e, min ji birêvebirê(webmasterê)bloga xwe Emer Farûk Baran pirsî. Min 15 hezar tikandin, serdan dîtibû, lê 38463 aqilê min tevlihev kir. Lema min xwest Emer Farûk Baran kontrol bike, gelo reqem rast e ya jî şaşîyeke teknîkî bûye?
”Emer merheba û roja te bi xêr!
Îstatîska tikandina bloga min a do 38463 nîşan dide. Gelo ev
reqem rast e ya jî şaşiyek heye?”
Emer Farûk Baranev bersîva jêr da min:
”Merheba Apo, roja te jî bi xêr. Ser seran. Min kontrol kir.
Rast e. Bloga te êdî merkezeka malumatên tesdîq e, xwe îspat kiriye. Gava yek
li ser Googleê li ser Kurdan li tiştekî digere, bloga te jî li pêş e. Keda 20
salan e. Bi dehan malper hatine girtin, lê bloga te sax û silamet li ser nigan
e û hîn jî aktîf e. Îstatîstîk e ne îşê îşan bilind e, helal Apê Zinar, sed û
pîroz û bimbarek.”
19 sal berê gava min dest bi blogeriyê kir, min tu carî bawer nedikir rojekê bi
hezaran însan ewê bala xwe bidin bloga min, jimara tikandinê ewê bigihîje
38463a.
Di van 19 salên borî da min 10930 nivîs di bloga xwe da weşandine.
Diyar e îstîkrara min a weşanê berhem da, keda min bi avê da neçû, nebû keda Bersîs.
Min 19 sal berê darek çand, bi dûzan, bi îstîkrar av da, her roj baş lê mêze
kir, nuha fêkiyên wê dibînim.
Salê tê Hindik-Rindika min dibe 20 salî, heger hinek bi min ra bibin pîbar ezê
20 saliya wê pîroz bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar