25 juli 2026

Li ser extîyariyê, baqiliyê û hin tiştên din çend aforîzmên meriv jê aqil digre

Min gelkî dixwest berî kalbûnê, di xortaniya min da aqilê min ê nuha bi min ra hebûya.
Aqilê min ê nuha çawa be jî, hin kêmasiyên wî hebin jî ji yê xortaniya baştir e. Ez wer bawer dikim. Baqiliya kalbûnê hinekî dereng e.

Li ser ser exttîyariyê, li ser aqil û hin meseleyên din çend aforîzmên xweş, yên meriv jê aqil digre.

 -Extîyarbûn fena tu bi çiyayekî da hilperike. Her ku meriv hildikşin jor meriv bêtir diweste, bîna meriv diçike. Lê belê sînorê asoya meriv, perspektîva meriv firehtir dibe.
Îngrîd Bergman

-Tiştê însanan ji heywanan digerîne aqil e. Wexta însan kêmaqil be, ji qail dûr keve heywan derdikeve ortê.
Epiktetos

-Merivekî baqil dema di nav merivên ehmeq da dimîne şaşomaşo dibe, nizane çi bibêje.
Aristoteles

-Di tebîeta însên da ji aqil bêtir dînîtî heye
Bacon

xxx

Dibêjin yê kor ji ya kerr ra gotiye tu pir xweşik î. Deng neçûye kerrê, fêm nekiriye kor çi dibêje.
Yê lal(yê bêziman) fêm kiriye, lê zimanê wî negeriyaye bibêje kor çi dibêje…

XXX

-1400 sal e porê jinê ji xwe ra kirine derd, lê belê canê jinê kesî ji xwe ra nekiriye derd.

-Ji bona meriv bifetise ne hewceyî meriv têkeve avê. Derdên dilop bi dilop kom dibin jî kanin meriv bifetisîne.

Însan wek kitêbê ne. Qerekterên wan ê rastîn bi nêrîna li qapaxê nayê fêmkirin, hêdî hêdî, her ku meriv pel bi pel dixwîne fêm dike.

XXX

-Heger hûn his dikin we her tiştê xwe ji dest daye, dibê hûn ji bîr nekin dar her sal pelên xwe diwşînin, lê dîsa jî tîk li ser xwe ne û li bende hatina rojên xweş in.

Halê me bi tevayî ne baş e, lê dîsa jî gerek em noqî derya bêhêvîtiyê nebin û dest ji ber xwe bernedin. Bêhêvîtî pêlika ewilî a têkçûnê ye. Bi xebatê meriv digihîje hedefa xwe.

Dibê em ji bîr nekin halê dijminên me jî pir xerab e.

XXX

-Diz ne di dema diziyê da, di dema

Lihevparkirinê da bi hev dikevin.

Charles Darwîn

-Min di derekê da xwendibû, ”heger min dîwar ji te ra lêkiribe, kevirê wî te da min.”

Vê gotinê şikil da jiyana min.

Franz Kafka

XXX

-Heger li welatekî diz di riyan da rehet, ewle dimeşin, du sebebên wê hene, ya rejîm dizekî mezin e, ya jî gel xêv e, totikvala ye.

Lee Kuan Yew

-Psîkolojiya kerî(keriyê pez) îşareta hilweşîna welatekî ye!

Napirse, lêkolînê nake, naxwîne, tenê îtîad dike.

XXX

Hevalên baş jî hene, yên xerab, yên bêwefa jî hene.

Merivên(xizmên)baş jî hene, yên xerab, yên bêwefa jî hene.

Meriv heval û xizmê baş û xerab, bi wefa û bêwefa ne di firehiyê da, di rojên teng û xerab da, kar û xebatê da nas dike, ji hev digerîne. Carna bi zirareke mezin meriv hevdu nas dike. Xwezî riya naskirinê rehettir bûya, ew jî pir zor e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar