25 juli 2026

Tevnên xaltiyên min




Salek berê min rismê van têrr û heqîban parve kiribû. Sê tejikên biçûk jî hene. Diyariyên, tevnên du xaltiyên min û xwesiya min in. Facebookê îro aniye bîra min, gotiye salek berê te ev risim parve kiriye. Baş bû ku anî bîra min, min di bloga xwe da belav nekiribû. Heger min parve kiribe jî nayê bîra min.
Nuha ezê di bloga xwe da jî parve bikim. Qenekê ewê wenda nebe, rehettir were dîtin. Heger dubare be jî zirar tê tune ye.

Salek berê dema min di Facebookê da belav kiriye, min wiha nivîsîye:
”Xanimê îro ji qulik û kûrikên malê hin tiştên entîke, hêja derxistin.

Yek têrr e, yek jî heqîb e, hersiyên din jî cil û çewal in. 


Gişk tevnên bi destên xaltiyên min Zeynê Kizilboga, Meyrê û xwesîya min Şemsê Kizilboga hatine çêkirin û diyarî xanimê kirine.”

Piştî belavkirinê hevalê minê ezîz û hemşeriyê minê qerejdaxî Mahmûd Lewendî got:

”Kek Zinar ger te bikarîba sala ku hatîye çêkirin an jî sala ku we peyda kirîye, kê çêkirîye û ya kîjan gund yan jî herêm û eşîrê ne ew ê wê demê bibe belge û entîkeyeke dîrokî ji bo muzexaneya etnografyayê.”

Ev jî bersîva min e:

”Heqîba mezin ya xwesiya min Şemsê Kizilboga ye. Berî 1980´î li gundê Malwêrîn çêkiriye.
Heqîba biçûk ya xaltiya min Meyrê ye, ji gundekî Qerejdaxê ye, navê gund nayê bîra min. Tarîxa çêkirinê li dora 1980 ye.
Têr û cilên din jî xaltiya min Zeyna Emîn, (Zeynê Kizilbaoga)çêkirine. Ji gundê Malwêrîn e. Berî 1980´î ye.
Muzeyek bixwaze ezê bidimê.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar