26 juli 2026

Çîroka keşe û haham

Rojekê keşeyek ji hahamê dostê xwe ra dibêje:
-Ez dixwazim tu Tewratê fêrî min bikî, ez dixwazim Tewratê fêr bibim.
Haham dibêje:
-Nabe, tu ne cihû(yahûdî) yî, serê te wek yê cihûyekî naxebite. Ne mimkûn e tu gotinên Tewratê fahm bikî.
Keşe israr dike, dibêje gerek tu fêrî min bikî, ez dixwazim Tewratê fêr bibim.
Haham razî dibe. Dibêje lê şertekî min heye. Ezê pirsekê ji te bikim, heger tu bersîveke rast bidî, ezê fêrî te bikim.

Keşe dibêje:
-Qebûl, fermo bipirse!
Haham:
-Du kes ji tifikekê(bixêriyekê)dikevin xwarê.Yek qilêrî, tenî dibe, yê din paqij dertê. Bi ya te kîjanê xwe bişo?
Keşe bi rengekî ji xwe bawer dibêje:
-Ma ji viya rehettir çi heye? Bêguman yê qilêrî bûye ewê xwe bişo, yê paqij maye ewê xwe neşo.
Haham dimizice, serê xwe li ba dike, dibêje:
-Min ji te ra gotibû tu nikanî gotinên Tewratê fêm bikî. Bersîva rast tam eksê wê ye. Merivê paqij maye gava yê qilêrî bûye bibîne, ewê bibêje belkî ew jî qilêrî bûye, here xwe bişo.
Merivê qilêrbûyî jî ji bo ku yê hemberî xwe paqij dibîne, dibêje belkî ew jî paqij e hewce nabîna xwe bişo.
Keşe, serê xwe duxrîne, dibêje:
-Rast e, ev qet nehatibû bîra min. Pirseke din bipirse.
Haham eynî pirsê dîsa dubare dike, dibêje:
-Du kes ji tifikê dikevin xwarê. Yek qilêrî, tenî dibe, yê din paqij dertê. Kînjanê xwe bişo?
Keşe, ji bersîva rast êdî emîn e, dibêje:
-Yê paqij maye gava dibîne yê din qilêrî bûye, dibêje belkî ew jî qilêrî bûye, tenî di wî jî gerîya ye, diçe xwe dişo. Yê qilêrbûyî jî ji ber ku yê din paqij dibîne, dibêje belkî ew jî paqij e xwe naşo.
Haham dîsa serê xwe li ba dike, dibêje:
-Bersîva te dîsa şaş e. Min ji te ra gotibû bi vî qafî(bi vî aqilî)tu nikanî gotinên Tewratê fahm bikî. Yê paqij maye ewê li neynikê binêre, ewê bibîne paqij e, ji ber wê jî xwe neşo.
Yê qilêrî bûye jî ewê li neynikê binêre wa ye qilêrî bûye, here xwe bişo.
Papaz îtîraz dike, dibêje:
-Neynik ji ku derket? Te ji min ra negot neynik heye.
Haham tiliya xwe li ba dike, dibêje:
-Min bala te kişand, min ji te ra got, bi vî aqilî tu nikanî gotinên Tewratê fahm bikî. Ji bona ku tu Tewratê fahm bikî, gerek tu her îhtîmalê hesab bikî.
Keşe dibêje:

-Baş e bira wek te be. Destûrê bide min ez careka din şansê xwe biceribînim. Pirseke din bipirse:
Haham dibêje:
-Ez cara dawî dipirsim, ev şansê te yê dawî ye. Du kes ji tifikekê dikevin xwarê. Yek qilêrî dibe, her dera wî dibe tenî, yê din paqij dertê. Kîjanê xwe bişo?
Keşe, di dilê xwe da dibêje, êdî ew bi her îhtîmalê zane, lema ji xwe bawer dibêje:
-Heger neynik tunebe, yê paqij maye ewê bala xwe bide yê qilêrî, bibêje belkî ew jî qilêrî ye, here xwe bişo.
Yê qilêrbûyî jî ewê li yê paqijmayî binêre, bibêje belkî ew jî paqij e, lema jî xwe neşo.
Heger neynik hebe, yê paqij ewê li neynikê binêre, bibîne ew paqij e, ji ber wê jî ewê xwe neşo.
Û yê qilêrbûyî jî ewê li neynikê binêre, bibîne qilêrbûyî ye, tenî tê gerîya ye, here xwe bişo.
Haham dîsa serê xwe li ba dike, dibe niçe niça wî, dibêje:
-Na dîsa tu şaş î. Min ji te ra gotibû qafê(serê) te ne qafê cihûya ye, tu nikanî ji gotinên Tewratê fahm bikî. Ka ji min ra bibêje, du merivên di eynî tifikê ra ketibin xwarê, gelo mimkûn e yek paqij bimîne, tenî tê negere û yê din jî qilêrî bibe?
Dersa em ji vê çîrokê bigirin ev e: Kesên bi salan bi yên xerab ra, bi dijmin ra, bi hevalên dijmin ra hevaltî kiribin, bi wan ra meşiyabin, gelo mimkûn e qilêrî nebûbin, tenî di wan jî negerîya be, paqij mabin?
Dost û hevalên xeraban ne paqij û bêsûc in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar