Facebookê îro dîsa bîranîneke pir xweş, ji bo min tarîxî aniye bîra min. 16 sal berê îro li Kurdistanê, li Diyarbekrê bûm, bi sê birayên xwe ra û biraziya xwe ra bûme, li ba dayika xwe ya gorrbehişt bûme. 16 sal wek xewnekê derbas bûn.
Piştî 30 sal sirgûna ji ber zulma Roma Reş di sala 2010a da vegerîyam welatê xwe, Wêranşara xopan.
Nigên min ji erdê hatibûn birrîn, li asîmanan difiriyam. Her
tişt, her der, bajar, kuçe û kolan hatibû guhertin.
Wêranşara berê apartmaneke netemamkirî lê hebû, bi hezaran apartman lê çêbûbûn.
Mehelên nu hava bûbûn. Aşxane, pastexane, otêlên modern, pir xweşik lê ava
bûbûn.
Mînubus lê dixebitin, virevira taxsîyan bû di nava bajêr da dixebitîn. Ez bi texsîyan ji malekê diçûm malekê. Ez matmayî mabûm, min ji xwe ra digot, di 30 salî da bajareke çawa kane hewqasî mezin bibe, hewqasî were guhertin?
Min derek nas nedikir, min riya mala xwe jî dernedixist. Bi
sedan merivên min ên piştî surgûniya min hatibûn dinê, yên di dema min da zarok
bûn, giş bûbûn xwedî zarok. Min ew nas nedikirin, dihatin serdana min xwe bi
min didan naskirin.
Belkî bi sedan xwarziyê û biraziyên min û zarokên wan çêbûbûn.
Wêranşar bûbû bajarekî min ji bin da nas nedikir. Însanên tê
da, dikandarên wê min kes nas nedikir.
Ez gêj û sermest bûbûm. Min dixwest her derê, her kesî, her kevir
û kuçikên Wêranşarê himêz bikim, xwe pê bidim naskirin, bibêjim va ye ez hatim,
ma te ez ji bîr kirime?
Wêranşar pir mezin bûbû, ez lê wenda dibûm, feqîr û dînên wê
zanîbûn ez xerîbim, li her derê dihatin bi gewriya min digirtin, ji min pere
dixwestin.
Ew roj wek xewnekê hîn di bîra min da ne, ji kêf û dilşadiyê
difiriyam, tim serxweş bûm.
Ev risim li Diyarbekir e, bawer dikim Koşka Xazî ye. Çend fotoyên din jî hene.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar