Di platforma Xê da xortekî bi profîla Xwe Kurdî, li ser kurdên bi tirkî dinivîsin, nivîskar û edîbên tirkî ne, bi miletê xwe ra ne bi kurdî, bi tirkî dipeyivin, civîn, konferansên xwe bi tirkî çêdikin, li gundan bi gundiyan ra bi tirkî dipeyivin teşbîheke xweş kiriye; ew şibandine sêveka xerabûyî...
Em kurd gerek siyaseta xwe bi kurdî bikin, siyaseta bi tirkî xizmeta ji helandina kurdan ra ye.
Xwe Kurdî: Kurdbûna bêkurdî. Navê vê jî sêv e; lê wekî kurdên ku ruhê xwe li ber zimanê serdestan raxistîye, xerabûyî ye. Ew alîyê din jî wekî gotina wan a bi xwe ve datînin dibêjin, "neteweperest, welatparêz" dibiriqe; lê dîsa jî navê vê SÊVA GENÎ ye. Cihê vê, çop e.
XXX
-Însan çi bixwe ewê bîna wê ji devê wî were, çi bixwîne devê
wî ewê wiya bipeyive. Tu qîyafet nikane ruhekî zengîn veşêre, tu zengînî jî
nikane cahîliyê veşêre.
Yên şaşik danîn û qerawat kirin hustuyên xwe nebûn merivên
baş, demokrat, bi şaşikê çi bûn, bi qerawêtê jî eynî meriv in.
XXX
Îran êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Tirkiyê nake, êrîşî
Kurdistana Başûr dike.
Artêşa Pasdaran a Îranê gotiye wan bi fuze û dronan êrişî
baregehên Amerîkayê yên li Urdinê û li Hewlêrê kirine û zirareke mezin dane
wan.
Meleyên neyarên kurdan bela xwe ji kurdan venakin, ne cara
pêşî ye êrîş dikin, berê jî gelek caran êrîşî Kurdistanê kirine.
Li Tirkiyê jî leşker û du baregehên Amerîkayê hene; li Edenê
Încîlik, li Meletyê jî Kurecik heye. Çima êrîşî Încirlikê û Kurecikê nakin?
Çimkî newêrin û çavên wan kurdan dibirre. Tirk mitefikên wan
in, kurd jî neyar in.
Kurdên zilamên Îranê, yên piştgiriya Îranê dikin dibê ji rêberên
xwe ra bibêjin, hûn çi ji kurdan dixwazin?
Li Tirkiyê jî leşkerên Amerîkayê hene, hûn mêr in li wan jî xin.
XXX
Îran bûye qîr û di welatê cîran û di dinyayê gerîya ye, bi
heft qalib sabûn were şûştin jî pakbûn zor e.
Dibê ev rejîma bela, çavkaniya xerabiyê, fêsadiyê were
miçiqandin.
Wekî din çare tune ye.
XXX
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Sipî di civîna
çapemeniyê da li ser şerê bi Îranê ra gotiye:
“Du rê hene: Ya emê Îranê perçe bikin, ya jî bi wan ra dan û
standinan bikin. Tiştê em nuha dikin ev e.”
Bi baweriya min hûn Îranê perçe bikin baştir e, riya herî baş
û rast ew e. Mele çi sozê bidin jî vir e, mar tu carî rast nabe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar