27 juli 2026

Hin tiştan û hin kesan ji nedîva werin

Dibê meriv hin tiştan ji nedîve were, fena ku nedîtibe, nebihîstibe. Ev yek ne safîtî ye, ne jî xemsarî ye.
Meriv bersîvê bide her tiştê nakeve serê meriv, xwe bi ber her gotinên berradayî xîne merivê biweste, ji hal da bikeve.

Meriv her gotinê, her rexneyê, her beyana nizanim kê, kîjan siyasetmedarî cidî bigire, ji xwe ra bike derd, meriv hişberde, kezebreşî bibe.

Dibê meriv hin tiştan, hin gotinan, heta hin însanan, hin siyasetmedaran ji nedîve were, guh nede wan û gotinên wan. 

Çi dibêjin bira bibêjin, ne hêjaye meriv serê xwe bi wan ra, bi beyanên wan ra biêşîne. 

Ne hêja ye meriv wexta xwe bide gotin û beyanên wan. 

Çimkî hûn çi bikin, çi bibêjin jî ew kes nayên ser riya rast. 
Dibê meriv dev ji xircira bi xeraban ra berde, karê xwe bike, tiştê rast dibîne bike. Mêrê xerab baş nabe.

XXX

Gava însanek bibe sebebê hêsirên çavên yekî, lê ne xema wî be, fena ku qet tiştek nekiribe, ev tê maneya ew merivekî pir zalim û xedar e.

Dewlet her zulmê, her neheqiyê li kurdan dike, qet ne xema tirka ye, qet ne xema kurdên bûne hevalên dewletê.

Bi hezaran kurd êsîr hatine girtin, bi salan e di zindanan da ne. Kurd nikanin bîna xwe bigirin. Rewş ji dema gneral Kenan Evren jî xerabtir e.

Ew hîn jî pesnê serokê Tirkiyê didin, demagojiya biratiya kurd û tirkan wek papaxanan dubera dikin.

Hedefa dewletê, hukûmetê, Erdogan û Bahçelî do çi bû, îro jî ew e. Guh medin derewên zilamên wan.

Lê em ji tiştekî sedîsed bawer in, ew çi zulmê li me bikin, çi dek û dolaban bigerînin, çi fêlbaziyan bikin jî nikanin rê li ber azadiya me bigirin. Emê bigihîjin azadiya xwe.

Tirk nikanin heta û heta me bindest bihêlin, ev ne mimkûn e.

XXX

Meriv 32 salan di zindanên tirkan da êsîr were girtin, zulmeke nedîtî bibîne û piştî 32 salan gava ji zindanê derket, gihîşt azadiya xwe, dîsa jî serpêhatiyên xwe, çavdêriyên xwe yên derve bi tirkî binivîsîne ji bo min ne karê aqil e !

Esareta 32 salan ew ji tirkî sar nekiriye!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar