27 juli 2026

Min got ez dîsa çend xîçan bavêjim ji zimanê Rûdawê da

Ji zû da ye min zimanê Rûdawê rexne nekiriye. Ez zanim guh nadin rexneyên min, belkî jî pê dikenin. Lê ew bi kêfa xwe ne, ezê fikrê xwe bibêjim.
Helbet Rûdaw tenê van gotinan bi kar nayne, hinek wan çêdikin û dixin ferhengên dijîtal. Rûdaw jî belkî ji wan deran digre.
Medyaya kurdî ji dêlî kurmancî bi pêş da bibe, bi xelkê bide fêrkirin, kurmancî dike gêrmiyagavanan û hevnîsk û xelkê ji kurmancî sar dikin. Belkî ez neheq im, lê wer dibînim.
Ka ez werim ser çend numûneyên ez wan şaş dibînim, ji gelekan jî fêm nakim.

Bi gelek zimanan ji arkeolog ra dibêjin arkeolog. Rûdawê arkeolog kiriye ”şûnwarnas.”
Belkî bi sedan miletên xwedî dewlet dibêjin arkeolog,Rûdaw û hin kurdên fabrîqa gotinên naylon gotineke nuh çêkirine, 
”şûnwarnas.” !
Navê aşxaneyê bûye "xwaringeh".
Navê heyetê bûye, ”şand”. Şand wir da çû, şand vir da hat.
Heyet, komîte çawa dibe "şand" min fêm nekir?
Şand, meriv tiştekî, mektûbekê dişîne derekê. Lê ne mektûb bi xwe ye. Meriv heyetekê, komîteyekê dişîne.
Rênima:
"Li ser rênima û raspardeya serkirdayetiya xwe, me biryar da ku em rûniştinên Parlamentoyê heta demeke nediyar boykot bikin."

Angaşt: Xwedêgiravî Îdîa ye.
-Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Elî Mihemed Naînî angaşt kir ku kapasîteya wan a domandina şerekî dijwar ê herî kêm 6 mehan heye.

Rasparde: Çi ye nizanim, min fêm nekir.

Dinya alem, alman, fransiz, îngilîz, îtalî, portekîzî, tirk, belçîqî, swêdî, welhasilî kelam, hemû miletên xwedî dewlet dibêjin, turîst û turîzim, Rûdaw nabêje.
Rûdawê navê turîzmê kiriye, "geşt", navê turîsan jî kiriye "geştyar"!
Tiştê ez zanim meriv ji parsa qereçiyan ra dibêje geşt. Qereçî li mala digeriyan, digotin, "ka geşta me."!

-Eniya Mela Qereyê ya Pêşmergeyan hat armanckirin:
Min fêm nekir çi dibêje, gelo hûn fêm dikin, "hat armanckirin" çi ye?


Meşq û rahênan:

Alîkariya rasterast a ”meşq û rahênana” pêşmergeyan a ji aliyê Pentagonê ve bi temamî tê birîn. Meşq û rahênan çi ye, nizanim.

Parêzgeh:wîlayet.
Navê wîlayetê bûye parêzgeh û navê walî jî bûye parêzger.

Kurê parêzgar di nava girtiyan da ye.
Parêzger: walî
Parêzer: abûqat

Amar. Êstatîstîk

Reftar: Çi ye nizanim.
Bîrkarî:

-Ev şer, di heman demê de bûye şerê hejmaran û têkçûneke bilez a bîrkariyê.
Armanckirin:

-Zêdetirî 200 xalan hatin armanckirin.
Armanc(amanc)hedef e, xaye ye. Armanckirin çi ye nizanim.

-Lêçûnên

-Pekketina 

-Şerê westîner

Modela bîrkarî ya hewalgiriya aborî ji sedî 50 îhtîmalê dide senaryoya "şerê westîner"
Nêzîkî ji sedî 60ê hêza agir a Îranê arasteyî baregehên Amerîkayê yên li herêmê hat kirin.

Zêmar.
Metîn û Kemal Kahraman zêmara xwe ya bi navê “Çene” diyarî Gulistan Doku û malbata wê kir.
Bi kurtî, kurmancî di destê nezanên medyayê da bûye pêlîstok, mêrikan wek fabrîqa çêlikên mirîşkan gotinan çêdikin. Gotina neguherandine hema hema nemaye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar