06 juli 2026

Norweçê bi 2 golan Brezîlya şok kir


Norweçê do bi şev Brezîlya şok kir. Lîstikvanê norweçî Erlîng Haaland bi 2 golên pir xweş 2-1 Brezîlya şok kir, ji Kûpa Cîhanê şand malê.
Norweç ji kêfa rabû ser piya, bi sedhezaran însan daketin kolanan û serketina xwe pîroz kirin.
Haaland, gola pêşî di deqa 79a, ya duduya jî di deqa 90î da avêt.
Di dawiya deqeyên dirêjkirî da hekem penaltî da Brezîlyayê, Neymar sikor kir 2-1.Golparêzê Norweçê penaltiya ewilî xelas kir.
Penaltîya duduya sedîsed neheqî bû. 2-3 deqe bi ser wexta dirêjkirî ketbû û ne penaltî bû.
Yanî maç ji zûda qediya bû, hekem nediqedand, bi neheqî penaltiyek diyarî Brezîlyayê kir.
Norweçê di Kûpa Cîhanê ya 1998a da jî 1-2 zora Brezîlyayê biriye.
Di tarîxê da Brezîlyayê di fubolê da tu carî zora Norewçê nebiriye. Min nizanîbû.
Ev serketina Norweçê li hemberî Brezîlyayê helbet tiştekî mezin e, wek çîrokekê ye, lê futbol wiha ye, meriv xerab bilîze têk diçe, baş bilîze bi ser dikeve.
Brezîlyayê baş nelîst, lema têk çû. Norweç ji Berezîlyayê ne xurttir bû, lê fersendên xwe baş bi kar anî, şansê wan jî bi wan ra bû alîkar.

Maçeke zêde ne bi heyecan bû, Brezîlyayê futboleke meriv jê hêvî dikir nelîst. Lema jî mexlûb bû. 
Hêvî dikim serketineke wek ya Norweçê rojekê bibe nesîbê me kurdan jî, miletê me jî rojekê dilşahiyake wiha bijî...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar