05 juli 2026

Li mehela me asîman hêc bûye

Li mehela me Hanîngeyê seet ji 14.00a da ye asîman bûye wek lokekî hêcî girgîn, himehima tavan e, birûskê li ser birûskê dirjîne. Min tu carî nedîtiye asîman hewqasî har û hêc bibe...

Ji himehima tavan û şîrqîna birûskan meriv di hundur da dibize, hêbetula û cunî dibe.
Tavên hewqasî bi hêbet, wek bombeya atomê biteqe, birûskên hewqas pir û bi deng min qet nedîtiye. Sê seet e gurrîn û himîna asîman e, nesekinîye. Pê ra jî baraneka pir dibare. 

Xeberên hewayê gotin piştî nîvro ewê bi baran be û birûskên lêx. Ji ber wê jî ez û xanim me meşa xwe sibê kir û em hatin malê. 

Dema em ji mal derketin dinya ewr bû, ewrên reş û tarî kom dibûn, li bin guhên hev diketin, xuya dikir ewê bi baran be. Lê baraneka hewqasî pir, tav û birûskên hewqasî bi hêbet û demeke dirêj min qet nedîtiye. Hîn jî berdewam e.

Xanim dibêje çi dibe, çai nabe, kompîtorê bigire. Dibêje ji vêsê da ez ketime qulik û paçan, hundur pa dikim, ez ji ahl da ketime; ez nikanim şîvê çêkim.

Min got, ne problem e, ez vê nivîsê biqedînim, ezê rabim çêkim. Ezê rabim spagetiyê bi masî çêkim.
De bi xatirê we, hewqas agahî bes e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar