Do min ji xwendevan, şopînerên xwe yên hêja ra got, xwendina bloga
min zêde bûye, rojê neh(9) hezar tikandin derbas kiriye, înşela rojekê ezê jimara 10
hezar tikandin jî bibînim.
Vê hêviya min pir nekişand, do 10028 caran bloga min
hatiye tikandin, hatiye xwendin.
Sipas ji bo her kesê nivîsên min dixwînin, riya xwe bi bloga min Hindik-Rindik dixînin.
Kêfa şopîner û xwendevanên min ji nivîsên min ên pêr û do ra
hatiye, lema jî pêr 9099 kesî, do jî 10028 kesî riya xwe bi bloga min xistiye.
"Bala xwe bidin teyran, çûkan. Asîman nadin yên neperpite", ji bona tu bifirî dibê tu beperpite. Ji bo tu were xwendin dibê tu tiştên xweş binnivîsînî.
Ji bo blogeke kurmancî ev tîraj reqemeke ne hindik e. Belkî hin malperên xeberan nagihîjin vê tîrajê.
Li Endonezyayê ji ber maçkirineke di TîkTokê da Dadgeha
Şerîeta Îslamê cezayê qmçîkirinê dabû du ciwanan. Diyar e vê nivîsê bala
însanan kişandiye.
Reqora min heta nuha di ser 8 hezarî ra bû, şikir wa ye min
jimara 9099 jî dît. Rojekê ezê 10 hezarî jî bibînim.
Ji zû da ye dixwazim reqlaman bigirim, lê ji heqê serlêdanê,
miraceetê dernayêm. Ji min çend tiştan dixwazin nizanim wan daxwazan bi cî
bînim.
Min reqlam girtiba belkî min di taliya umrê xwe da ji bloga
xwe çend quriş qezenc bikira.
XXX
Bira dilê min dil be, bira tûrê parsê li mil be, bira binê
tûr ji heft ciyan qul be, bira orxana ser min ezmanê hişin be, bira doşega bin
min erd be, bira balgîyê ber serê min jî kevirê hişk be.
Erê bi Xwedê, ev tişt giş ji bo xatirê dil meriv qebûl dike
û yên qebûl kirine jî ne hindik in.
XXX
-Binêrin, heger hûn hinek bef di destê xwe da zêde bigrin,
eynî wek agir ewê destê we bişewitîne.
Kêfxweşiya zêde jî, kedera bêhed jî wesweseyê, dilxuşûşîyê dide însên. Hetta
gava însan pir zêde bikene jî ji çavên însên hêsir dibarin. Çimkî sirrê jiyanê
di vir da ye: Her tişt himleyê ziddê xwe ye û zîrveya her hissê jî ciyê ziddê
wê jê dest pê kiriye.
///Îbn Hazm el Endulûsî
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar