Heyeta faşîstan a MHPê çûye li Diyarbekrê, li taxa Sûrê posterên Devlet Bahçelî bi bedenê va kirine û bi îşareta gurên faşîst rismê xwe li ber girtine. 51 sal berê Alpaslan Turkeş cîgirê serokwezîr bû, lê dîsa jî nikanîbû bihata Amedê.
Îro posterên Bahçelî û flama MHPê bi Bedena Amedê va li ba dibin. Di 50 salî da em baş heliyan, tirk jî pir bi rehetî bi ser ketin. Êdî piraniya kurdan van gurên har wek dijmin jî nabînin.
Wek heyeta dagirker bi vî rismî ji me ra gotine, me welatê
we, bajarê we dagir kiriye û em bi posterên Bahçelî û bi flama xwe ya bi bedenê
va daliqandî viya nîşanî we didin.
Heta hûn bindest bin emê vê çavsoriyê li we
bikin, çimkî hûn ne xwediyê welatê xwe ne.
Ez, Mihemed Ûzûn û gelek hevalên din bi balafira Alpaslan Turkeş tê da hatin Amedê. Min li Anqerê qeza derbas kiribû, diçûm malê.
Şerekî mezin derket, miletê kurd nehîşt Turkeş mitîngê çêke, por poşman, revîrevî paş da vegeriya Anqerê.
Lê îro heyeta MHPê li Amedê pir rehet digere, al û pesterên Bahçelî bi Bedena Amedê va dikin û bi hezaran kurd bûne hevalên wan.
Meriv kane bibêje, em kurd li ber destên tirkan baş kedî bûne...
XXX
Serokê Îranê Mucteba Alî Xameynî beşdarî merasima cenazayê
bavê xwe Alî Xameneyî nebûye.
6 meh in Mucteba Alî Xameynî hîn xwe nîşan nedaye. Dibêjin
ji ber tirsa êrîşeke Îsraîl beşdarî merasimê nebû. Lê ez bawer nakim. Serokê
welatekî nabe ji tirsa dewleteke din xwe veşêre.
Bi baweriya min Mucteba Xemeynî miriye. Birîndar bû, lê dûra
mir. Ji bo çi nabêjin ez fêm nakim.
Heger sax e û newêre têkeve bin darbesta bavê xwe bimrê jê
ra çêtir e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar