Min li maça Arjantîn û Kap Verdeyê temaşe nekir. Çimkî dereng bû.
Arjantînê maç pir zor, bi rengekî dramatîk 3-2 qezenc kiriye.
Komentatorên swêdî yên sporê gelkî pesnê Kap Verdeyê didin, dibêjin Kap Verdeyê futboleke muhteşem lîst, liberxwedaneka bêemsal nîşan da.
Texmîna min jî ew bû, heta min ji xanimê ra got, bi texmîna min, bi îhtîmaleke mezin Kap Verdeyê qezenc bike, ev şansê wê ji yê Arjantînê ne kêmtir e. Çimkî futboleke pir xweş dilîzin.Gelek şirovekarên sporê yên swêdî lîstika Kap Verdeyê û yên welatên Afrîka yên biçûk pir mezin dikin.
Hevalê minê hêja û hezkirê futbolê Mahmûd Kîper nufûsa Kap Verde û ya Arjantînê miqayese kiriye, gotiye nufûsa Kap Verdeyê 600 hezar e, nufûsa Arjantînê 45 milyon e. Xwestiye bi vê numûneyê lîstikvanên Kap Verdeyê mezin bike, pesnê wan bide.
Bi baweriya min di futbolê da miqayesekirina nufûsê şaş e. Her welat, nufûsa wî çiqas be jî bi 11 lîstikvanan dadikeve sehê, bi 11 kesan dilîze; ne bi nufûsa xwe.
8 sal berê Îzland jî bi Arjantînê ra 1-1 ma.Wê demê nufûsa Îzlandê 350 hezar bû.
Îzlandê çend caran berra Tirkiyê jî daye, Tirkiye perîşan kiriye.
Li seha futbolê her welat ne bi nufûsa xwe, bi 11 lîstikvanên xwe dilîze. Ji ber wê jî tu qîmet û avantajeke welatan a nufûsa zêde tune ye.
Li sehê jimara taximên herdu welatan jî 11, 11 lîstikvan in, wek hev in. Yanî di lîstikê da tu avantajeke welatê nufûsa wî zêde û dezavantaja welatê nufûsa wî kêm tune ye.
Ji ber wê jî Kap Verde kane berra Arjantînê û berra her welatê Ewrûpayê bide. Kane bibe şampîyonê cîhanê jî.
Bi baweriya min ev potansîyela Kap Verde, Kongo, Senegalê heye. Ew ji gelek gelek welatên Ewrûpayê, ji Misrê xurttir in. Lê ji ber bêşansiyê têk çûn.
Min du roj berê jî nivîsî, bi baweriya min tîmên futbolê yên Afrîkayê ji yên Ewrûpayê xurttir in, futboleke baştir, xweştir, teknîktir dilîzin.
Lê tim di dawiya maçan da têk diçin. Dibê vê meselê baş analîz bikin.
Serketinên welatên Ewrûpa bi xêra lîstikvanên reşik, afrîqî ye. Hûn afrîqiyan ji tîma Fransayê, Îngiltereyê, Belçîkayê derxin şansê wan ê serketinê tune ye

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar