03 juli 2026

Li Endonezyayê ji ber ku di TÎKTokê da hevdu maç kirine keç û xortek li ber çavên milet hatin qamçîkirin


Li Endonezyayê keçek û xortek ji bo ku di TîkTokê da hevdu maç kirine ji alî Dadgeha Şerîetê ya Îslamê va bi 21 qamçîyan hatin cezakrin. Keç û xort li parqekê, li ber çavên xelkê ji alî pûlisekî Şerîetê va hatin qamçîkrin...

Keç û xort ji ber ku eşkere hevdu maçkirine huqûqa Îslamê îhlal kirine. Li gorî Şerîeta Îslamê her yek bi lêdana 21 qamçîyan hatin cezakirin.

Wahşeteke ji viya mezintir nabe. Heger zana, alimên Îslamê ne bi vê wahşetê ra ne dibê vê wahşeta Dadgeha Şerîetê ya Acê şermezar bikin.
Zane û alimên misilman gerek bêdeng nemînin, vê hovîtiya li dijî însanîyetê mahkûm bikin.

Endonezya li dinyayê welatê misilman yê herî mezin e. Nufûsa Endonezyayê 288 milyon e. Ji %87,1ê nufûsê misilman e, ji %12,9ê nufûsê jî katolîk û miletên ne misilman in.

Aç eyaleteka hema hema bi tevayî misilman in, civat li gorî Şerîeta Îslamê, yanî huqûqa Îslamê îdare dibe.

A li vê eyaleta Endonezyayê, li Açê, Mahkima Şerîetê cezayê 21 lêdana qamçiyan daye keç û xortekî di TîkTokê da hevdu meç kirine.
Dadgeha Şerîetê destpêkê cezayê 25 qamçî li wan birîye.

Lê ji ber ku 4 meh in di girtîgehê da bûne, Dadgeha Şerîetê ji cezayê wan 4 qamçî daxistiye, cezayê wan daxistiye 21 qamçiyan.

Pûlisên Şerîetê, keç û xort do(2/7-26)li parqeka bajêr, li ber çavên milet qamçî kirine.

Di sedsala 21ê da ji bo maçkirineke di TîkTokê da qamçîkirina du ciwanan wahşeteke mexsûsî îslamê û îslamîstan e. Qamçîkirina însanan li ber çavên milet heqareta li rûmeta însên e.

Lê belê Şerîeta, huqûqa Îslamê ev e. Li Pakîstanê, li Afganîstanê, belkî li gelek welatên din ên îslam jî hovîtiyên bi vî rengî dikin.

Bi baweriya min li Kurdistanê û li Tikriyê jî îslamîst werin ser hukim, piştî demekê ewê eynî tiştî bikin. HUDAPAR jî ewê eynî tiştî bike.

Heger Hudapar vê wahşetê rast nabîne, li dij e dibê bi beyanekê protesto bike.


Ev jî lînkên wahşetê û xeberên li ser wê ne:

https://www.theguardian.com/world/2026/jul/02/young-indonesian-couple-publicly-caned-after-kissing-on-tiktok

XXX

https://www.facebook.com/watch/?v=2062883654345403

XXX

https://www.washingtonpost.com/world/2026/07/02/indonesia-aceh-caning-sharia-law-tiktok-kissing/95f0fe56-75ed-11f1-b665-5f8be87f3787_story.html

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar