Go bira şerefa meriv li cî be, bira pariyê meriv nîvî be. Gerek meriv kursiya dijmin dide di ser şerefa xwe û di ser berjewendiyên miletê xwe ra negire.
Merivê pak, xwedî şexsîyeteke dirist ne durû ye, di bin ra
fêlbaziyê, hevaltiya dagirkeran nake, dema kes nebîne jî tiştê rast dike.
Lê hin siyasetmedarên me wek nanê sêlê ne, eşkere, di ekranên telewîzyonan da tiştek in, bi dizî tiştekî din in.
Meriv nizane hin siyasetmedar hevalê kê ne, bi kîjan dijminî ra çi peyman çêkirine.Heger ne wisa be Colanî kurdekî nagire kontejana xwe, miheqeq di binê vê tayinê da tiştekî genî heye.
XXX
Di parlamentoya Sûriyê da jimara parlameterên tirkmen ji yên
kurd zêdetir e. Yên kurdan 11, yên tirkmenan 12 parlamenter in.
Diyar e serokê Tirkiyê Erdogan lîste wer hazir kiriye. Mêrik
tirkmen jî li Sûriyê kirin hêz.
Ji 11 kurdan jî du heb, Ebdulhekîm Beşar û Mistefa Ebdî ji
kontejana Colanî tayin bûne.
Yanî Ebdulhekîm Beşar û Mistefa Ebdî ne ji alî ENKSê va, ji
alî serokê Sûriyê Colanî va hatine tayinkirin.
Ji ber ku serokên herdu cepheyên kurdan(PYD û ENKS)ne tu tişt
bûn, her du serî jî ne merivên serbixwe bûn, girêdayî hin deran bûn ev sosiret
hat serê miletê kurd.
Ebdulhekîm Beşar û Mistefa Ebdî êdî şerm nakin zilamtiya xwe
ya Colanî veşêrin, lema tayinkirina Colanî qebûl kirine. Gelo ENKS li ser
parlamenteriya van herdu kesan ji kontejan Colanî çi dibêje?
XXX
Go bira şerefa meriv li cî be, bira pariyê meriv nîvçe be.
Lê her kes şerefa xwe, berjewendiyên miletê xwe di ser parîyê xwe û di ser
kursiya dijmin didê ra nagire.
Di nav me da yên parîyên dijmin, kursiyên dijmin qebûl dikin
pir in.
Timakarî, hevaltiya bi dijmin ra însên pîs dike. Ewê rojekê
poşman bibin, lê poşmaniya dereng însên paqij nake.
XXX
-Dibêjin efendim pisik nankor in, rûvî kone ne, qijik kîndar
in, mar bêbext in.
Ma ew jî gotin e, ma ew jî tiştek e?
Li ba însanan ev gişk û ji wan zêdetir jî hene.
Însanan navên xwe li van heywanan kirine.
XXX
Gava meriv tiştekî nede însanan, nede derûdora xwe ji qedir
û qîmet da dikeve, bi tenê dimîne.
Dibê meriv dest ji ber xwe bernede, li gorî zanîn û hêza xwe
tiştekî bike, tiştekî bixuliqîne.
Dara ber û mêwe nede, hişk bibe, siya wê tunebe, dibe êzing, tê birrîn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar