02 juli 2026

Senegalê bi şiklekî dramatîk xatir ji Kûpa Cîhanê xwest

Do bi şev min li maça Senegalê û Belçîkayê heta dawî temaşe kir.
Senegalê pir xweş lîst, ji Belçîkayê pir xurttir bû, top bêtir di nigê wan da bû.

Lê dîsa jî bi rengekî trajîk, meriv nikane jê bawer bike, di 3-4 deqîqeyên dawî da 3 gol xwar û têk çû.

Senegal heta deqa 86a jî 0-2 li pêş bû. Tu kesî bawer nedikir Belçîka di nav 5-6 deqîqeyên dawî da qedera maçê biguherîne û 3 golan bavêje ji Senegalê da.
Futbol zalim e û mişt surprîzên dûrî aqil in.

Di deqa 86a da lîstikvanê Belçîkayê Lukaku golek avêt, rewş bû 1-2.
Di deqîqeya  99a da Senegalê gola duyem xwar, rewş bû 2-2. Qehremanê golê Youri Tielemans bû.
Di dawiya sanîyeyên deqeyên dirêjkirinê da hekem cezayê penaltiyê Senegalê. Deqeyek temam nemabû maç biqede.
Hekem kanîbû nekira penaltî, çimkî maç diqediya, ewê derbasî penaltiyan bibûne. Lê kir penaltî. Bi baweriya min penaltî bû, lê kanîbû neda.
Youri Tielemans penaltî kir gol û Belçîkayê 3-2 ket pêş.
Maç qediyabû, lê hekem lîstik çend deqeyên din dirêj kir. Netîce neguherî, Belçîjayê bi rengekî Mûcîzewarî 3-2 berra Senegalê da. Li gel ku Belçîka ji Senegalê ne xurttir bû.
Kongo jî ji Îngiltereyê xurttir bû, baştir lîst, lê ew jî ji ber bêşansiya xwe di deqîqeya dawî da têk çûn.
Senegalê di nava 3 deqayen da 2 gol xwar û di sanîya dawî da jî bi golê penaltiyê maç 3-2 wenda kir.
Bêşansiyeke ji viya mezintir nabe.
Ez dibêjim di tarîxa FÎFA yê da belkî tiştekî wiha tu carî nebûye.
Afrîkî dim di dawiya lîstikê da têk diçin, dibê viya analîz bikin.
Futbol lîstikeke pir zalim, bêûjdan û ne adil e. Taximê xurt, xweş dilîze tim bi ser nakeve.
Senegalê ji Belçîkayê pir xweştir lîst, ji Belçîkayê pir xurttir bû. Lê dîsa jî ji sehê mexlûb derket.
Li Afrîkayê futbplpir bi pêş ketiye. Afrîka futbolê ji ewrûpiyan xweştir dilîzin.
Bi gelemperî futbolciyên afrîkî, fizîkî, teknîkî ji futbilciyên ewrûpî baştir û xweştir dilîz. Ezmê wan ê serketinê ji yê ewrûpiyan zêdetir e. Heger ne futbolciyên reşik bin ez bawer nakim tu welatekî Ewrûpa kannibe zora welatekî Afrîka bibe. Yên futbola Ewrûpayê li hemberî Afrîkayê bi ser dixe butbolciyên afrîkî ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar