Çirçirk seranserê havînê nexebitî, haziriya zivistanê nekir,
ji xwe ra wer li saza xwe xist, reqisî, sitran got, lîst û kêf kir.
Di berra jî tinazê xwe bi mûriya(gêreya) cîrana xwe ya bi
şev û roj dixebitî, ji bo zivistanê qût dikşand qulika xwe dikir, pê dikeniya.
Havîn qediya, zivistan hat, sar û sermayê dest pê kir, her der di bin berfê da
ma.
Çirçirkê zexîra xwe ya zivistanê dananîbû, ma tî û birçî. Vir da baz da, wê da
baz da tiştekî xwarinê nedît, dikir ji birçîna bimre.
Ji mecbûrî çû li deriyê mûriya cîrana xwe xist, jê hinek
xwarin xwest, got ez birçî me, xêra xwe tiştekî bide min ez bixum.
Mûriyê ji çirçirkê pirsî, got:
-Ez havînê bi şev û roj, bênabên dixebitîm, min zexîra xwe ya zivistanê danî.
Te havînê çi dikir?
Çirçirkê got:
-Min havînê li sazê dixist, distira.
Mûriyê, berî derî lê bigire, jê ra got:
-Yê havînê li sazê xîne, bistirê, zivistanê jî ewê bireqise !
Dersa em kurd ji vê çîrokê bigirin pir e. Gerek em tim li taliya xwe bifikrin,
tu carî motajî dijminê xwe nebin.
Dibê meriv li taliya xwe bifikire, haziriya xwe ya pêşerojê bike. Yên li taliya
xwe nefikirin, ji bo rojên pêş bingehekê danînin dû ra perîşan dibin.
Serokên Kurdistana Başûr nuha bêrîkên xwe tije dikin, lê kêfa xwe dinêrin lê taliya wan baş xuya nake.
Çarhawêlî me kurdan dijmin in, roja em zeîf bikevin, bêtedbîr bin ewê li
hustuyê me siwar bin.
Li her çar perçên Kurdistanê dibê em bi hev ra dost û bi tifaq bin, ne şîqaq û
bi nîfaq bin, ne perçeperçeyî û dijminên hev bin.
Li Kurdistana Başûr û Rojava bêtifaqiyê zirareke mezin da kurdan, ew kirin
qûtên neyaran.
Ji bo wê jî halê wan li gorî 10 sal berê pir xerabtir e. Her kes
li hêvîyê bû li Kurdistana Başûr û Rojava kurd bibin xwedî dewlet, lê tiştê bi
dest xistibûn jî ji dest dan, bêtir ketin bin destên ereban.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar