Berê, dema ez li welêt bûm, heta sala 1980î li Wêranşarê partiya Gurên Boz, MHP(Partiya Tevgera Neteweperest) tunebû.
Di destpê 1970î da, dema reforma erdan da hat vekirin, lê piştî çend mehan
tabeleya wê şikandin, êdî kesî venekir.
Çimkî li Wêranşarê şerm bû meriv bibûya hevalê MHPê.
Wê demê li piraniya qezayên Kurdistanê MHP tunebû. Nuha MHP bûye partiyeke êdî
kurd bîna xwe jê teng nakin, dibin endamên wê, bi berpirsiyarên MHPê ra dibin
dost û heval.
Heta 1980î mamoste û mamûrên faşîst, dilxwazên MHPê newêrîbûn werin Wêranşarê, tayinên xwe radikirin bajarekî din.
Yên dihatin jî newêrîbûn xwe eşkere bikin, nasnama xwe ya siyasî eşkere nedikirn.
Ez nuha bala xwe didimê li Wêranşarê MHP bûye partiyeke normal, partiyeke wek AKP, CHPê û partiyên tirkan ên din. Bi texmîna min li her bajarên Kurdistanê wiha bûye.
Belkî nuha li Wêranşarê ji CHPê jî xurttir e. Di hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2023a CHPê 4.840 ray, MHPê jî 4. 337 ray girtibû.
Bi texmîna min Rayên MHPê nuha zêdetir in. Çimkî serokê MHPê yê nuha yekî ereb e.Ereb tim xwe dikin mitefikê dewletê. Nabêna wan û dewletê tim baş e, çimkî wek kurdan doza daxwazeke netewî nakin.
Jixwe kêm caran li Rihayê, li Wêranşarê kurdan dikin serokê MHPê, tercîha wan tim û daîm ereb in.
Ereb, hin îstîsna ne tê da, tim mitefikê dewletê ne, tu carî rayên xwe nadin partiyên kurdan, namzedên kurd.
Xelk li Wêranşarê êdî dibêje, wa ya Evdila Ocalan û Devlet Bahçelî bûne mitefikên hev, ji bo çi emê nebin endamê MHPê?
Ji alîkî da ne neheq in. Lê bi ya min meriv ji hespê bixeyide naçe, nabe hevalê kerê.
Hinek kanin bibêjin tu ferq di nabêna MHPê, AKPê, CHPê û partiyên din da tune ye, hemû jî partiyên hêzên dagirker in, hemû jî neyarên kurdan e.
Rast, partiyên tirkan giş neyarên miletê kurd in, lê MHP ji berê da ye bûye partiyeke hêlîna faşîstên tirk û kesên zêde, zêde antî kurd.
Li zanîngehan jî yên êrîşî kurdan dikin tim terefdarên vê partiyê, vê tevgerê ne.
Ji bo wê jî hevaltiya MHPê di çavên kurdan tim pîstir û xerabtir hatiye dîtin.
Lê wa ye kurdan ew ferq êdî rakirine, êdî MHPê wek partiyeke faşîstên tirk nabînin, ji bo wê jî dibin endamên wê. Û ev yek jî şerm nayê dîtin.
Bi kurtî, em kurd di van 30-40 salên dawî da pir guherîn, tirkan em zêde kedî kirin. Hevaltiya dewletê û partiyên tirkan yên faşîst jî êdî normal tê dîdin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar