07 juli 2026

Emê egîdê kurd Wedat Aydin tu carî ji bîr nekin


Wedat Aydin, gernasê miletê xwe, kurdperwerê canfîda, kelemê çavên neyaran, egîd û mêrxasê rojên giran 35 sal berê, di 5ê temûza 1991ê da qatilên dewletê li Diyarbekrê bi şev ew ji mala wî revandin. Bi namerdî, bi hovîtiyeke nedîtî, bi îşence ew kuştin. 

Termê wî di 7ê temûzê da li nêzî Madenê hat dîtin. Cenazeyê wî di 10 temûzê da li Diyarbekrê ji alî bi sedhezaran va hat rakirin.

Dewletê çeteyên xwe li ser Sûrên Diyarbekrê bi cî kiribûn, qatilan bi emrê dewletê xelk gulebaran kirin. Di gulebarana qatilên  dewletê da da 8 kes hatin kuştin gelek jî birîndar bûn.

Bifikirin, leşker û çeteyên dewletê siyasetmedarekî kurd ji malawî direvînin, bi îşkenê dikujin û di cenazeyê wî da jî xelkê gullebaran dikin, 8 kesên dikujin, lê yek însan jî ji ber van sûcên giran nayê girtin.

Di merasima cenaze da jî 8 kes kuştin, li gorî hin çavkaniyan jimara kuştiyan zêde ye, bi dehan kes jî birîndar kirin, lê ne kesên Wedat kuştin, ne jî kesên di cenazeyê wî da xelk gulebaran kirin û ne jî kesên emrê vê qetlîamê dabûn yek jî nehatin girtin.

Endamên JÎTEMê navên kesên Wedat Aydin revandin, navê kesên emrê gullebarankirina cenaze dabûn yek bi yek gotin, lê dîsa kes negirtin û ceza nekirin.

Nekirin çimkî dewlet bi tevayî li pişt bûyerê ye, dewlet kuştina Wedat Aydin û qetlîamê di cenazeyê wî da rast dibîne. Dewlet îro jî wê qetlîamê şaş nabîne. Ji bo wê jî hukûmeta AKPê neçû ser bûyerê, seûcdar, qatil negirtin, bûyer muhrûrîzeman kirin.

Dewlata wê demê çi bû ya îro jî eynî dewlet e, gava hewce dibînin kurdan dikujin, dixin zindanê, her hovîtitê, her cînayetê, terorê rast dibînin û dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar