Civîna NATOyê îro li paytexta Tirkiyê li Anqerê dest pê kir; civînê du rojan bajo.
Piştî 22 salan cara yekem e Tirkiye mazûbaniya civîna NATOyê dike. Ji kêfa dîtina vê rojê şûr simêla Erdogan nabire. Ne neheq e jî.
Mêrik mazûbaniya 32 welatên endamên NATOyê dike. 32 serok û wezîrên welatên
endamên NATOyê çûne ber nigên wî.
Ma ewê nefire, kê bifire?
Wî û serokê NATOyê Mark Rutte wek tu kesên pir samîmî bi destê hev girtine, bi serokê Amerîkayê Donald Trump ra wek du dostên ji hev pir hez dikin hevdu himêz dikin, risim li ser risim girtiye.
Tirkiya bûye zindana siyasetmedarên raqimên Erdogan, herî kêm li dora 500 hezar girtî di zindanên Tirkiyê da ne.
Erdogan dostê Pûtîn û meleyên Îranê yê herî ji dil e.
Erdogan sponsorê Hamasê, Huzbullahê yê herî mezin e. Dost û hevalê Daîşê û gelek terorîstên îslamî bû, îro jî dev ji piştgiriya xwe bernedaye.
Erdogan, mêrik NATOyê, Yekîtiya Ewrûpayê li ser tiliya xwe dide lîstikandin, ji wan bi milyaran xûgê digire û ji wan bêtir dostê dijminên wan e.
NATO, Yekîtiya Ewrûpayê baş zanin Erdogan ji wan bêtir dost û hevalê Pûtîn e, hevalê Îranê ye, hevalê Hamasê û Huzbullahê ye. Lê NATO dîsa jî civîna xwe li Anqerê çêdike, Erdogan mezin dikin.
Erdogan li Tirkiyê, li Kurdistanê, li Sûriyê çi dike, kê dixe zindanê, siyasetê li kê qedexe dike, piştgiriya kîjan hêza terorîst dike qet ne xema NATOyê ye.
Çima wiha dikin, çima dengê xwe nakin, ez baş nizanim. Coxtafiya Trikiyê ya stratejîk tenê têra vê toleransa li hemberî Erdogan nake.
Ji sebeban yek, kane berjewendiya wan di vê bêdengiyê da hebe. Ewrûpî ji him ji pera pir hez dikin, him jî pir tirsonek in.
Ya din jî bi texmîna min jê ditirsin. Çimkî di bin destê Tirkiyê da bi hezaran terorîst hene. Naxwazin bela xwe tê bidin. Yanî zor tim pere dike. Kes newêre bela xwe di yê xurt bide.
Erê Tirkiye endamê NATOyê ye, lê tu carî li gorî berjewendiyên NATOyê hereket nake û nekiriye.
Ev serketina Tirkiyê li zirara kurda ye, Tirkiye bi NATOyê ra, bi Yekîtiya Ewrûpayê ra, bi Amerîkayê ra çiqasî dost be li zirara me ye. Tirkiye ji Ewrûpayê îzole bûbû, lê Erdogan bi siyaseta xwe ya zîrek ev rewş guhert, pê ra kurd jî neqawt kirin.
Mêrik bi hostayî, bi destê Evdila Oclan nehîşt kurd li Sûriyê bibin xwedî federasyon. Di bin parola "Tirkiyeya bêteror" da PKK, DEM, PYD, YPG, hemû hêza PKKê tarûmar kir. Bi hokuspokusekê PYD, YPG li Sûriyê teslîm girtin, xistin bin emrê Colaniyê terorîst.
Heta kurd ev kurd bin, heta serokên me ev serok bin kes qîmetê û destegê nade wan, çimkî baweriyê nadin xelkê, çimkî di nabêna wan da yekîtiyeke netewî tune ye; çimkî ji xwe azadiyê, serxwebûnê naxwazin. Kes nizane PKK, PYD, YPG, DEM li Sûriyê, li tirkiyê çi dixwazin. Kes nabe hevalên kesên wiha...


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar