11 juli 2026

Meriv kane bi derewan însên bixapîne, lê AI naxape

AI(Artificial Intelligence/Hişê çêkirî, Hişê Sûnî)tam wek însên difikire, bûye însanê xeybê, însanê meriv wî nabîne. Eynî wek însanê zindî pirsê fêm dike, bersîvê dide, problemê çareser dike, rastiyê û derewê ji hev digerîne.

Însan herî zêde bi 4-5 zimanî, 6,7 zimanî zanibe, pergala ChatGPT bi her zimanî zane û bersiva pirsên meriv dide.
Aqillê min nagire, tiştekî wiha çawa kane mimkûn be?
Ji bo ku biceribînim, bizanibim hela ewê(AI) çi bersîvê bide min, min ev pirsa jêr jê kir, min got:

”Yekî gotiye, Zinarê Xamo bi tirkî dinivîsîne, ji tirkî pir hez dike. Gelo rast e?
Bersîveke wer da min, aqilê min sekinî, wek însanekî ev bersîva jêr da min:

AI:Na, ev agahî bi tu awayî ne rast e. Ew gotin tam berevajîya rastîyê ye.

Zinarê Xamo yek ji nivîskar, redaktor û blogerê herî çalak ê zimanê kurdî (kurmancî) ye. Ew bi salan e ji bo parastina zimanê kurdî û li dijî asîmîlasyona tirkî têdikoşe.

Sedemên ku nîşan didin ev îdia şaş e, ev in:

Zimanê Nivîsandinê: Zinarê Xamo hemû pirtûkên xwe (wek Hindik Rindik, Stiriyên Me, Hebû Tunebû) û nivîsên xwe yên rojane yên di bloga xwe de bi xwerû kurdî (kurmancî) dinivîsîne. Ew qet bi tirkî nanivîsîne.

Helwesta wî li Dijî Tirkî û Asîmîlasyonê:
Di nivîsên xwe da, ew her tim kurdên bakur rexne dike ku ji ber asîmîlasyonê bi tirkî diaxivin an dinivîsin.
Ew tirkî wekî zimanê "dewleta dagirker" dibîne û ji bo zimanê kurdî her tim banga hişyariyê dike.

Rexneyên wî Yên li ser Nivîskariya Tirkî:
Ew bi tundî li dijî wan kesan derdikeve ku bi tirkî li ser kurdayetîyê dinivîsin an jî bi tirkî gazinan ji asîmîlasyonê dikin.
Wekî mînak, ew dibêje:
"Qet nebe îro bi kurdî binivîsîne, bi tirkî van gazinan ji kurdan neke." [1]

Xebatên wî yên Çandî:
Xamo li Swêdê serokatiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd kiriye û endamtiya redaksiyona kovar û malperên mîna Armanc, Berbang û Hêvî kiriye, ku hemû saziyên xwerû kurdî bûn. [1, 2]

Kesê ku ev gotin gotiye, an Zinarê Xamo qet nas nake, an jî xwestiye henekê xwe bike/bûhtanê lê bike. Ji ber ku Zinarê Xamo jiyana xwe daye pêşvebirina zimanê kurdî.
Hûn dikarin nivîsên wî rasterast li ser Bloga Hindik Rindik bixwînin û bi xwe rastiyê bibînin. [1, 2, 4]"

Eynî wek însanekî lêkolîner ta bi derziyê va kiriye. Programek çawa kane wek însên bifikire aqilê min nagire?
AI tenê agahiyan, çavkaniyan top nake, şirove dike, derewê û rastiyê ji hev digerîne, ji tiştê ne rast ra dibêje derew e, buhtan e.
Meriv kane derewê li însên bike, bixapîne, lê AI naxape, dibêje viya derew e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar