Berê, heta salên 1980 û 90î di nabêna nifşan da berdewamîyek hebû; nifşek diçû, kal û pîr dibû, nifşekî din ala micadela netewî jê dewr digirt, xebatê dom dikir.
Piştî şehadeta serokên, kadirên Hereketa Azadî, Serîhildana Şêx Seîd, Agiriyê, Dêrsimê, di
1950-60î da nifşekî din rabû, wan micadela kurd û Kurdistanê domand; partî û komel ava kirin, rojname derxistin.
Dûra nifşê 1970î, telebe rabûn, vê carê wan partî, komel ava kirin, kovar û
rojname derxisti, micadela netewî domandin.
Lê nuha ez vê berdewamiyê nabînim. Di nava tu partiyê da xort, ciwan tune ne; serok, kadir û endamên hemû partiyan, DEM jî di nav da, giş kal û pîr in. Wek salên 1970-80î ciwan ref bi ref nayên nava micadela siyasî, nabin endamên partiyan. Ciwan wek berê xwe nêzî siyasetê nakin, jê direvin.
Li zanîngehan hêza tu partiyê tune ye. Berê pêşengên siyasî xwendekar bûn, lema xelkê ji kadirên di nava xebata siyasî da bûn digot, "telebe."
Telebe îro li piyasê tune ne.
Dema meriv bala xwe dide civîn û meşên partiyan, giş kal û pîr in, xort tune ne. Meriv xortan di nava hereketên îslamî da dibîne.
Hereketên îslamî, him yên tirk, him yên kurd di nava xortan da dixebitin, îmkanên maddî didin zarokên feqîran, wan perwerde dikin.
Ji bo wê jî di nava hereketên, tevgerên îslamî da nifşê ciwan hene.
Lê di nava tevgerên, partiyên çep û netewî da ciwan tune ne, temenê gişan di ser 60î ra ye.
15-20 salên din ji serok û kadirên îro pêşengiya micadela netewî dikin, ji bo kurd û Kurdistanê dixebitin ewê yek jî nemîne.
Wê demê ewê çi bibe, kî yê ji bo azadiya miletê kurd xebatê bidomîne, ala micadelê dewr bigire?
Ez di vî warî da berdewamiyekê nabînim, lema jî gelkî pesîmîst im.
Dibê siyasetmedar, lêkolîner, şîrketên lêkolîn û anketan li ser vê mijarê bifikrin, lêkolînê bikin.
Piştî 15-20 salên din, gava kadirên nuha serok û birêvebirên partî û tevgerên siyasî nemînin, wefat bikin, ewê çi bibe, kî yê ciyên wan bigire, kî yê ji bo kurd û Kurdistanê micadelê bidomîne.
Ez bawer nakim heta 15-20 salên din tirk mafên kurdan bidin û kurd azad bibin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar