09 juli 2026

1346 sal misilmanên şîî hîn jî di şîna Husên da ne


Serokê Îranê Mesûd Bizîşkîyan do zîyareta xwe ya li Necefê nîvçe hîştiye û bi lez vegeriya Tehranê.

Bizîşkîyan ji bo merasîma cenazeyê Elî Xameneyî 7ê mehê êvarî çûbû Necefê.
Do(8/7-26)tabûta Alî Xameneyî ji bo merasîma olî anîbûn Îraqê, Necefê. Necef û Kerbela ji bona şîîyên bajarên miqedes in.

Di paltforma Xê da ez rastî vîdeoya merasimê hatim. Qelebalixike pir mezin hebû, îzdîham bû, pê li serê hev dikirin.

Bi hezaran însan bi qîjewîjeke nedîtî xwe di ber hev ra dikirin, dixwestin xwe bigihînin Tabûta Alî Xemeneyî û Bizişkîyan.

Hikûmeta Îraqê li seranserê welat tatîl îaln kir, ji bo însan beşdarî merasima cenaze bibin. 

Dibêjin bi mîlyonan ereb ji bo merasîmê herikîbûn Necef û Kerbelayê, li wir pê li serê hev dikirin.

Ji ber ku Amerîka bi şev gelek derên Îranê bombebaran kir, 
Bizîşkîyan hevdîtinên xwe yên fermî yên bi rayedarên Îraqî re betal kirin û bi lezg vegeriya Tehranê.

1346 e ereb û misilmanên şîî şîna Husên û 72 hevalên wî didomînin. Ji bo Husên û 72 hevalên wî, sunnî û şîîyan heta nuha bi hezaran, belkî di dehhezaran însan ji hev kuştine.

Lê hîn jî li hev nehatine, şerê wan hîn jî berdewam e. Ereb, miletekî bela ye, dinya guherî, ew naguherin, piştî 1346 sal hîn jî şîna Husên li dar e, hîn jî ji bo wî li xwe dixin û neyartiya sûniyan dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar