09 juli 2026

Ereb Kurdistana Başûr bêşer dagir dikin


Akademîsyen, lêkolîner  Dr. Burhan Yasîn jî kiriye qîrîn û hawar, gotiye, bi koça ereban Kurdistana Başûr ji dest diçe, tö garikirin, dibe welatê ereban.

"Erebkirina bêdeng li ser ewlehiya neteweyî ya Kurdistanê bûye gefek cidî.

Bêdengiya rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember dekolonîzasyona nû digihîje asta xiyaneta neteweyî.”
Ereban bi plan wek xerzên kulî berê xwe dane Kurdistana Başûr, li wir bi cî dibin, dibin xwedî mal û milk.

Gelek kes vê dagirkeriya bêdeng dibîne û bala berpirsiyaran dikşîne ser meselê. Lê heta nuha li hemberî vê dagirkeriya ereban a bi riya koçê tu tedbîr nehatiye girtin.
demografiya Kurdistanê li ber çavên wan diguhere ne xema wan e, ewê bi hev da ketine, bi tirk, faris û ereban ra nabêna xwe xweş dikin.

XXX

Nivîskar, tarîxzanê tirk Murat Bardakçî gotiye:
”Ez bikaranîna gotina tirkîyeyî(turkîyelî)wek kerîtiyê dibînim. Her kesê li Tirkiyê dijî ne ji nîjada(irqê)tirk e, lê tirk e. Heger tu li vî welatî dijî dibê tu bibêjî ez tir kim. Meriv kane bibêje ez tirk im, lê bi eslê xwe ji filan nîjadê me, dibe, di viya da problem tune ye...”

Ev gotinên Murat Bardakçî tam bûye gotinên yekî ji ker jî wêdatir.
Her kesê li Tirkiyê dijî çawa dibe, him ne tirk, him jî tirk?
Kurdekî çawa bibêje, ”ez tirk im, lê bi eslê xwe kurd im”?
Ma qantir bibêje, ez him qantir im, him hesp im dibe?
Meriv ne tam ehmeq be tiştekî wiha nabêje.

XXX

Got, mêş ket çaya min. Ez çayê venaxum, lê ew jî êdî najî.

Hin însan, hin siyasetmedar bi karên xwe yên ne li rê, him ji xwe ra xera dikin, him derûdora xwe ra xera dikin. Ew jî zirarê dibînin, kesên dora wan jî zirarê dibînin.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan siyasetmedarekî pir jîr û dolabgerekî pir baş e. Mêrik nanê xwe ji kevir derdixîne. Ji her alî lêdixîne, bêrîka xwe tije, kursîya xwe saxlem dike.
Ji gur ra gotine:
-Çima hustuyê te hewqasî qalind e?
Gotiye:
Ez bi destê xwe dikim, bi devê xwe dixum.
Erdogan jî planên xwe baş digerîne, dûra jî him baş lêdixîne, him jî kursîya xwe baş saxlem dike.
Bi hokuspokusekê PKK, DEM, PYD neqawt kir. Nuha jî dibêje werin teslîmî edaleta tirk bibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar